Li wargehê gumana mirina zaroka keç

  • jin
  • 15:59 16 Sibat 2018
  • |
img

RIHA - U.Ş.G. (16) a rastî îstîsmara zayendî hat û ji bo parastinê li wargeha lê dima, hat îdîakirin ku întîhar kir. 

Li Midûryeta  Wargeha Pêşxistina Keçan a Midûryeta Sabanci ya Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Rihayê, hat îdîakirin ku zaroka 16 salî U.Ş.G. întîhar kir. Hat îdîakirin ku U.Ş.G. xwe ji paçeya tuwaletê ya qata 4’emîn a wargê avêtiye xarê û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
 
U.Ş.G a rastî îstîsmara zayendî hatibû 6 meh ducanî bû û ji bo vê yekê dihat paratin.