Jin ji bo Hêlîn Palandoken li ber edliyê kom bûn: Emê hesab bipirsin

  • jin
  • 16:18 16 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL - Nûner û rêxistinên jinan beriya darizandina Mustafa Yetgîn ê Helîn Palandoken kuşt li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan. Bavê Hêlîn Nihat Palandoken got: “Em li vir ji bo hemû jinan edaletê dixwazin." 

Li navçeya Pendikê ya Stenbolê di 13'ê Cotmeha 2017’an de Mustafa Yetgîn xwendekara lîseyê Helin Palandoken  qetil kiribû û 2 kes birîndar kiribûn. Danişîna Mustafa Yetkîn îro li 1'emîn dadgeha Cezayên Giran a Milê Anadolu ya Stenbolê hat dîtin. 
 
Beriya danişînê rêxistinên jinan, li ber edliyê çalakî li dar xistin. Jinan dirûşm berz kir û pankartên piştgiriya ji bo Palandoken vekirin. Bavê Palandoken, Nîhat Palandoken, Alîkara Serokê Giştî ya CHP’ê Gamze Akkuş Îlgezdî, nûnerên Weqfa Umut, Piştgiriya Mor, Meclîsên Jinan a Stenbolê û endamên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.
 
‘JI BO HEMÛ JINAN EDALET’ 
 
Bavê Palandoken, Nîhat Palandoken diyar kir ku keça wî ji aliyê kujerek ji înternetê çek sitendiye ve hatiye kuştin û got: “Em îro li vir ji bo hemû jinan edaletê dixwazin. 127 roj e êşa me kêm nebûye. Em dizanin carek din hêlîn nayê. Lê bila ev êş bi dawî bibin. Êşa her jinên tên qetilkirin heman êş e. Bila dawî li kuştina jinan û biçekkirina takakesî bê.”
 
'EM Ê HESABÊ HÊLÎN BIXWAZIN’ 
 
Ji Piştgiriya Mor Durdane Adiguzel jî got: “Bila her kes baş dizanibe, em ê hesabê hemû jinên tên qetilkirin û Hêlîn bipirsin.” Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê Beyza Aksoy jî got ku ew ê bibin şopdarê doza Hêlînê.
 
DER BARÊ ÎDIANAMEYÊ DE 
 
Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê der barê Mustafa Yetgîn ê girtî de bi daxwaza cezayê hepsê yên ji sûcê “Bi plansaziya qestî kuştin” cezayê girankirî yê muebetê û ji sûcên “Hewldana kuştina bi qestî”, “Bi qestî birîndarkirina bi çeke”, “Li cihê kar bi çekê talankirin”, “Tehdît” û “Bi çeka tirs, xeter û panîkê çêdike gulebarandin” ji 39 sal û heta 6 mehan îdianame amade kir.