'Ew pêvajoya keça min hiş be qediya’

  • jin
  • 09:27 17 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL - Peywirdara Lêkolînê ya li Navenda Lêkolînên Xebatên Jinan û Zayendperst a Civakê ya Zanîngeha Kadîr Hasê Bahar Aldanmaz, diyar kir ku bertekên li dijî êrîşên zayendî û tacîzê zêde bûne û ev tişt got: "Êdî ew pêvajoya ku ji nedîtî ve dihatin û digot 'keça min hiş be' qediya."

Di bin banê Zanîngeha Kadîr Hasê de, di sala 2011'an de Navenda Lêkolînên Xebatên Jinan û Zayendperst a Civakê hat avakirin, di warê wekheviya zayendî de lêkolînên dîsîplînî û xebatên akademîk ên guhertina saziyan dike armanc, tên meşandin.
 
Armanca navenda ku îmzeya xwe avêtiye binê gelek projeyan ew e, nîqaşên zayendî û wekheviya statuya jinê ji nêz ve dişopîne, dîsa li ber çavan re derbas bike. Navenda ku organîzasyoneke femînîst e, xebatên xwe tenê bi nasnameya jin û mêran re sînor nake, girîngiyê dide LGBTÎ'yan jî. 
 
GELEK XEBATÊN NAVENDÊ HENE
 
Peywirdara Lêkolînê Bahar Aldanmaz, aşkera kir ku armanca avakira vê navendê, li Tirkiyeyê xebatên zanyarî yên der barê zayendiya civakê de gelek kêm in. Aldanmaz diyar kir ku di hal û hazirê de 3 proje dewam dikin û ev tişt got: "Ji derveyê me li Ewropayê 6 zanîngeh tev li dibin û xebateke me ya bi navê Çalakiya Sîstematîk a Ji Bo Wekheviya Zayenda Civakî kiriye armanc. Ji derveyê wê me li Zanîngeha Kadîr Hasê rêjeya mêr û jinan a pozîsyoê lêkolîn kir. Her ku diçe di asta profesortiyê de rêjeya mêran zêde dibe, rêjeya doçentiyê ya jinan gelekî zêde dibe. Pirojeyeke me ya maskulenî û femînenî ya Tirkiyeyê heye. Lêkolîna kurtajê ya ku dengekî mezin veda heye. Me li hemû nexweşxaneyên dewletê geriya û got ku 'em dixwazin kurtaj bibin, em dikarin kurtaj bibin?' me li wan pirsî. Heta hefteya 10'emîn legal e; lê li gelek nexweşxaneyan bijîşkan got ku ew nakin. Heman rewş ji bo nexweşxaneyên taybet jî derbas dar e. Wekî ku tiştekî wiha tune."
 
Aldanmaz da zanîn ku navenda di heman demê de cihekî ewle ye û wiha axivî: "Berê tenê xwendekarên derûnînasî dixwandin dihatin dixwendin; Lê êdî ne wisa ye. Xwendekarên jiyana ne wek hev ferq dikin jî tên." Aldanmaz bal kişand ser rehbera nivîskî ya serwextbûna zanenda civakê û wiha axivî: "Gotinê wekî 'Wekî zilama bike' gotinên ku em ferqê de nînin tînin ziman û rê li ber gelek tiştan ve dike. Guhertina vî zimanî jî ji bo me girîng e. Wekî helwest neguherî be jî, kesek bê bêje 'jinik' wateya wê zanîn ji bo min cuda ye. Ji bo wê ziman ji bo me destpêk bû. Ev rehber pratîk bû kêr hat."
 
DÊ ŞAHIYÊN 8'Ê ADARÊ BÊN KIRIN
 
Aldanmaz anî ziman ku 2 rojên salê ji bo wan gelekî girîng e û di çarçoveya van şahiyan de ev agahî dan: "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinê ye û di 8'ê Adarê jî teqes em di kampusê de tiştekî dikin. Mînak di 25'ê Mijdarê de em der barê şidet û tacîza li dijî jinê de nîqaşan dikin û atolyeyan li dar dixin." Aldanmaz got ku ew li dijî tiştên diqewimin bêdeng namînin, ew wekî jin di 8'ê Adarê de dê li qadan bin. Aldanmaz derbirî ku bertekên li dijî êrîşên zayendî zêde bûne û wiha pê de çû: "Di demên dawî de nêrîna di warê 'çanda tecawizê' û 'tacîzê' de gelekî zêde bûye. Ev jî dide nîşan ku di vî warî de serwextbûnek heye."
 
'DIVÊ PÊVAJOYA PIŞTÎ TACÎZÊ JÎ BÊ AXAFTIN'
 
Aldanmaz aşkera kir ku divê pêvajoya piştî tacîzê jî bê axaftin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em di heman demê de kesên tacîz û êrîşa zayendî re rû bi rû mane re jî xebitîn. Axaftina di vê der barê de gelek zehmet e, her kes bikare bi rihetî bêje. Di dema tacîz û tecawizê de rêbaza ku tê ceribandin mirovan diqerisîne. Tu tiştekî nake û nabêje, ev bi awayekî zanyarî hatiye piştrastkirin. Wekî mekanîzmayeke defansê ya ku laşê me dîtî ye. Tişta girîng a di vir de ev e; Kesên li van dozan mêze dikin heke haya wan ji pêvajoyê tune be, dê travmaya li ser kesayetî bike gelekî giran be. Ji bo wê jî derûnînas û pîskiyatrîsyenên di vê qadê de dixebitin, divê baş bizanibin. Divê xwedî nêrîna zayenda civakî be. Bandora wî ya piştre li ser jiyana kesayetî dike tune nayê hesibandin. Wekî ku tacîz pêk hatiye û qediya ye, pitî wê tiştek nebûye. Li gorî min em zêde naxivin. Divê em di vî warî de hişyariyekê bidin avakirin."
 
Aldanmaz, herî dawî destnîşan kir ku navenda wan ji hemû kesên di warê zayenda civakî de serwext re vekirî ye û banga piştgiriyê kir.
 
MA / Necla Demîr