Dikandarên jin: Pir zore, lê bawerî girîng e

  • jin
  • 09:30 17 Sibat 2018
  • |
img

MÊRSÎN - Zelîha Tuncer a di dikana hevjînê xwe yê Kolana herî qerebalix a Mêrsînê de axşeban çêdike, diyar kir ku dikandarî pir zor e, lê bawerî girîng e.

Li Mêrsinê, Zelîha Tuncer û hevjînê wê alavên mitbexê û diyariyê yên ji axşeban çêdikin, di dikana li Kolana Metropolê vekirin de difiroşin û debara mala xwe dikin. Tuncer, diyar kir ku hevjînê wê tornekariya daran dike û wiha axivî: “Atolyeya hevjînê min heye û li wir axşeban çêdike. Ez ji li vê derê axşeban difiroşim. Axşeb ji bo tenduristiya mirovan girînge.”
 
‘DIKANDARÎ ZOR, LÊ BAWERÎ GIRÎNGE’
 
Tuncer, anî ziman ku dikandarî pir zor, lê bawerî girtînge û wiha got: “Hevjînê min bi giştî li dikanê axşeban çêdike û ez jî li vir difiroşim. Gelek caran ez jî diçim alîkariya wî. Lê ji ber ku hevjînê min tim li atolyeyê dimîne, ez li dikanê mêze dikim. Ji ber ku ez jinim baweriya muşteriyan bi min tê. Lê bi rastî jî dikandarî zore.”
 
‘AXŞEB XEZAYÎ Û BI TENDURISTE’
 
Tuncer, da zanîn ku axşebên ew çêdikin ji bo tenduristiyan mirovan pir başe û wiha bilêv kir: “Îro bi sedan mirovan nexweşîna pençeşêre hene. Sedema vê nexweşiyê amûrên plastîkin. Di mirovên berê de ev nexweşîn zêde tunebû. Bi taybetî em gelek hilberînên xwe ji bo tenduristiya mirovan vernîk û wisan difiroşin. Hemû hilberînên di destên me de bêboyax ûvernîkin. Hilberînên axşebê li şûna vernîkê mirov dikare bi zeyt bike.”
 
MA / Haci Yusuf Topaloglu - Ergîn Çaglar