Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin

  • jin
  • 15:06 21 Mijdar 2021
  • |
img
ENQERE/ EDENE - Jinên ku li Enqere û Edenê amadekariyên 25'ê Mijdarê dikin, li dijî tundiya zilam-dewletê banga hevdîtina li qadan kirin. 
 
Platforma Jinan a Enqerê, ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinê li Yekitiya Mulkiyeyan civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de pamkarta "Li dijî şer, xizanî û tundiya zilam û dewletê di 25'ê Mijdarê de Em bi hev re têbikoşin" hat vekirin. Di civînê de endama platformê Zeynep Korkmaz axivî û diyar kir ku di 6 mehên destpêkê yên sale de ji ber ku xwestine derbarê jiyana xwe de biryar bidin 130 jin hatine kuştin û wiha got: "Kesên çanda bêcezahiştinê ava kirine berpirsê cinayetan e. Desthilat li şûna pêşî li tundiyê bigire weke amûreke polîtîk bi kar tîne. Jin ji aliyê dewletê ve hedef tên nîşandan û sûcê kînê li dijî wan tê kirin. Li dijî vê em dev ji mafên xwe bernadin û têkoşîna xwe mezin dikin."
 
Di berdewamê de Korkmaz, da zanîn ku li dijî polîtîkayên şer ku tên wateya tundiya li ser zarok û jinan aştiyê diparêzin û ev bang kir: "Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina maf û jiyana xwe dengê xwe li dijî şer, xizanî, tundiya zilam û dewletê bilind bikin 25'ê Mijdarê saet di 18.30'an de li Qada Sakaryayê bên gelhev. Bijî Têkoşîna me Jinan."
 
Daxuyanî bi çepik û dûrişmeyan bi dawî bû.
 
EDENE 
 
Li Edenê jî jinên endamê Piştevaniya Mor, li taxên Barajyolû û Akkapi daxuyanî dan û bang li hemû jinan kirin ku tevlî meşa wê di 25'ê Mijdarê de li bajar bê lidarxistin bibin. 
 
Wê meşa li bajar saet di 18.00'an de ji Qada 5'ê Çileyê heta Parqa Înonu bê li darxistin. 
 
Piştî daxuyaniyan jinan belavokên meşê belav kirin.