Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede

  • jin
  • 09:24 22 Mijdar 2021
  • |
img

EDENE - Zilamên ku di partiyên siyasî û rêxistinên sivîl de cih digirin, destnîşan kirin ku wekhevî bi têkoşîna jinê re bi guherîn û veguherîna zilam pêkan e û ev tişt gotin: "Tundî, pirsgirêke ku tenê bi têkoşîna jinê bê derbaskirin nîne. Tekoşînê jinê tenê dikare hin destkeftiyan bîne."

Pirî caran badora tubdiyê ya civakî û takekesî tê bikaranîn. Weke bikaranîna bi zor a bi gotin, fizîkî, zayendî, derûnî, civakî û aborî dertê pêşberî mirov. Tundî, bandoreke hilweşîner ava dike. Weke binpêkirina mafê mirovan û pirsgirêka civakî ya ji bo (jin, zarok, extiyar, sewalan) gefê çêdike. Tundî weke encameke mêjiyê mêrza dertê holê, tevahiya civakê eleqedar dike û ji ber ku tenê bi jinê tê binavkirin guhertina wê zehmet dibe. 
 
Ji ber 25'ê Mijdarê me ji zilamên ku di partiyên siyasî û saziyan de dixebitin pirsa ku tundî rexmî zilam pêk tîne çima tenê weke qada têkoşînê ya jinê tê dîtin, kir. 
 
PIRSGIRÊK BI PERWERDEYÊ  DERBAS DIBE 
 
Berdevkê Platforma Mexdûrên KHK'an a Edenê Munîr Korkmaz, diyar kir ku tundî tenê pirsgirêkeke ku jinan eleqedar dike nîne û wiha got: "Bi perwerdekirina zilaman pirsgirêka tundiye dikare bê derbaskirin. Ji bo ku ev pirsgirêk ji holê rabe divê herkes di vê mijarê de bêperwerdekirin. Divê ev perwerde li her qada jiyanê bê dayîn."
 
KIRDEYA AVAKIRINA PÊVAJOYÊ ZILAM E
 
Hevserokê HDP'a Bajar a Edenê Mehmet Karakiş, da zanîn ku tundî pirsgirêke civakî ye ku çavkaniya xwe zihniyeta mêrza digire û ev tişt got: "Dema ku elimandinên bîrdozî, polîtîk û aborî yên hînbûyî li elimandinên hatine çekirin zêde dibin û li qadan xuyanîbûna jinan ji aliyê vê zihniyetê tê astengkirin pirsgirêkeke civakî ya zayendî dertê holê. Zilam ji pergalên siyasî yên antî demokratîk ên kevnerewş hêz digire. Bi vê hêzê cihêkarî li jinê tê kirin û di hêla derûnî, aborî û polîtîk de dikeve bin zextan. Kirdeya avakirina vê pêvajoyê zilam e. Kirdeya têkoşînê ya vê rewşê jî jin e. Wekheviya civakî, bi qasî têkoşîna jinê bi guherîn û veguherîna zilam pêk tê. Lewre em (zilam) bi awayekî veşarî yan jî vekirî ajôkarê vê bobeleta civakî ne."
 
ENCAMA PÊKUTIYÊ
 
Hevserokê HDP'â Navçeya Seyhanê Taylan Çelîk, destnîşan kir ku beriya têkiliya bi mirov re têkiliya mirov a bi xwezayê re tundî tê dîtin, mirovê ku xwezayê kiriye amûr dibe desthilatdar, kesê bûye desthilatdar bi sînordarkirina azadiya zindiyên din re dest bi avakirina serweriya wan kiriye û ev tişt anîn ziman: "Feraseta ku pirsgirêkê diafirîne û jê xwedî dibe, ji bo çareserîyê çiqas rast e. Heta ku tundî hebe wê karibe desthilatdariya xwe bidomîne, naxwe wê desthilatdariya bi hezaran salan winda bike. Pergal bi vî rengî dijî, her tim bi kaos û tundiyê re rû bi rû ye. Feraseta bi serdestiya mêr, bi pergalê re bûye yek. Di şiroveyê da xeletî tune ye. Mêrê ku ketiya nav pergalê bûye kapitalîstekî ji tundiyê xwedî dibe. Jin komunîsteke ku li dijî şeran tundiyê red dike û di laşê xwe de jiyanê mezin û bi rêxistin dike. Ji ber vê yekê hemû bar li pişta wê hatiye bicihkirin. Çareserî jî dê bi mafên zayendî yên wekhev û têkoşîna demokratîk pêk were."
 
DEWLET BINGEHÊ AVA DIKE
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edenê Parêzer Yakûp Ataş jî pirsgirêka jinê weke pirsgirêkeke polîtîk ku ji dema borî heta niha di her qada civakê de heye pênase kir û tekildarî mijarê ev tişt got: "Nêrîna li jinê, cih û asta jinê ya di civakê de, ne ji rewşeke ji dayikbûn an jî afirandinê ye. Tu mirov dema ji dayik dibe ji hev ne bilindtir. Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve ji hev cuda bin, lê di mafan de wekhev in. Di vê rewşê de em tev bi van ramanên ku xwe li ser civakê serdest dbinînin, nayên dinê. Pirsgirêka jinê ji malbatê dest pê dike û li beşên din ên civakê belav dibe. Dewlet ji bo vê yekê bingehê amade bike. Nêrîneke civakê ya li jinê di rastiya xwe de perspektîfa dewletê nîşan dide. Bi gotineke din, pirsgirêka jinê bi giranî bi rêvebirina dewletê di nava malbat û civakê de teşe digire."
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen