Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!

  • jin
  • 11:41 23 Mijdar 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Dogan Demîr ê ku hevjîna xwe Muzeyyen Bûlût giran birîndar kir û xwişka wê Sûltan Karabûlût qetil kir reviya. Ji ber cihekî ku Muzeyyen a dermankirina wê hat temamkirin û 4 zarokên wê biçinê tune bû, neçar man li malbata kujer bimînin. 
 
Li Taxa Çamlitepe ya Êlihê, di 16’ê Mijdarê de Dogan Demîr, êrişî mala ku hevjîna wî Muzeyyen Bûlût a bi mehra olî, 4 zarokên wê û xwişka wê Sûltan Karabûlût lê bûn, kir. Demîr ê bi çekê ket hundirê malê gule berdan Muzeyyen Bûlût û Sûltan Karabûlût (55) a ji Îzmîrê ji bo serdana xwişka xwe hat Êlihê. Sûltan Karabûlût li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, Muzeyyen Bûlût a giran birîndar bû jî rakirin beşa lênêrîna lezgîn. Piştî dermankirinê, Bûlût beriya 2 rojan hat dermankirin. Dogan Demîr ê piştî bûyerê reviya hêj nehatiye girtin. Muzeyyen a ewlehiya canê wê nîne ji ber cihekî ku biçe tuneye, ligel 4 zarokên xwe, neçar man ku li malbata Demîr ê kujer bimînin. 
 
QAÇAXÇÎTIYA ÇEK Û TIRYAKÊ DIKIN
 
Malbatên jinên ku êriş lê hatin kirin diyar kirin ku Dogan Demîr û malbata wî li Êlihê nêzîkî MHP’ê tên nasîn, ferdên malbata wan beriya niha ji cinayet, qaçaxçîtiya tiryak û çekan ketine girtîgehê û piştî salekê derketine û xwestin demildest kujer were girtin. 
 
Melek Sevîm a xwişka Sûltan û Muzeyyenê, bi lêv kir ku kujer û malbata wî baweriya xwe didin xizmên xwe yên di nava MHP’ê de û wiha got: “Li Êlihê apê wî bûbû endamê MHP’ê. Eger tevlî sûcekî bibûna, wê partiya ku xizmên wan endamê wê bûne pêşniyar bikirana. Hema hema qeydên sûc ên hemû malbata wan hene. Cînayetê dikin, berî ku salekê di girtîgehê de bimînin derdikevin derve. Çiqas karên bêdad hebin dikin. Heke dîsa were girtin wê salekê an jî herî zêde di 4 salan de derkeve.”
 
TUNDÎ 17 SAL IN DIDOME
 
Sevîm, dazanîn ku xwişka wê Muzeyyen 17 sal in zewicî bû û di vê demê de ji aliyê Demîr ve bi awayekî sîstematîk tundî lê dihat kirin û wiha berdewam kir: “Muzeyyen Bûlût her tim bi gefa kuştinê re rûbirû dima. Xwişka min weke dîlekî digirt. Xwişka min ji ber zewicî poşman bû lê ji ber zarokên xwe li ber xwe da. Carna ji ber xwişka min zarokekî kur tune bû tundî lê dikir. Xwişka min nedikarî derkeve derve û were me bibîne. Me nedikarî biçin mala wê. Dema em diçûn mala wê jî em dibûn şahidê tundiyê.”
 
BI GEFÊ GILIYA XWE PAŞ VE KIŞAND
 
Sevîm, anî ziman ku xwişka wê Muzeyyen giliyê Demîr dikir lê ji ber gefên Demîr mecbûr dima giliyê xwe paş ve bikişîne. Sevîm, bi lêv kir ku ji ber tundiyê xwişka wê mala xwe terk kir û hatiye Îzmîrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê zarokên xwe li Êlihê hiştibûn. Berpirsyartiya herî mezin bar kiribûn ser milê keça wê ya mezin. Ji bo zarokên xwe vegerî mala xwe. Dema diçû qereqolê Demîr soz dida ku careke din wisa nake. Lê roja din zêdetir tundî dikir. Demîr, bi qetilkirina malbata wê gef lê dixwarin. Xwişka min jî ji bo kes zirarê nebîne giliya xwe paş ve dikişand. Tundî li zaroka xwe ya 14 salî jî dikir. Ne dixwest keça xwe ya mezin bişîne dibistanê. Her tim tundî lê dikir. Nedihişt ku zarokên wî li televîzyonê jî binêrin.”
 
ARMANCA WÎ QETILKIRINA HEMÛ MALBATÊ BÛ
 
Sevîm, roja ku bûyer qewimî wiha vegot: “Xwişka min a Sûltan ji bo şînê çûbû Êlihê. Pişt re berî ku bizivire Îzmîrê xwestiye xwişka min Muzeyyenê bibîne. Weke her carê Demîr niqaş derxistiye û heqaret li xwişka min a mezin kiriye. Gotiye ‘ez ê yekê ji we bikujim’. Bi çeka di destê wî de di nava malê de geriyaye. Pişt re berdewama gef û heqaretên xwe kirine û gule berdane Muzeyyenê. Dûre dibîne ku xwişka min li pişt deriye gule berdide wê jî. Dû re gotiye ‘binêre min xwişka te kuşt, dilê te şewitî’ Ji ber guleyên wî nemabûn bi kontaxa çekê li serê xwişka min dixe, Heke guleyên wî xelasnebûna ji wê malê kes sax dernediket.”
 
EWLEHIYA CANÊ WAN NÎNE
 
Sevîm, bertek nîşanî nêzîkatiya dewletê ya li dijî komkujiyên jinan da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di sûcekî  herî biçûk de, dewlet hemû derfetên xwe bikartîne lê çima dema jinek tê qetilkirin heman hesasiyet nayê nîşandan? Faîl li derve ye, ewlehiya canê gelek mirovan nîne. Demîr çima nayê girtin? Xwişka min û 4 zarokên wê di bin gefê de ne. Em dixwazin demildest kujer were girtin. Em naxwazin jineke din were kuştin.”
 
Dayika Muzeyyen û Sûltan, Bahîde Bûlût jî xwest ku Demîr demildest were girtin û wiha got: “Keça min a hat kuştin 9 zarok li pey xwe hiştin. Em her tim bi gefên Demîr dijîn. Yekane daxwaza min girtina wan e. Her roj jinek tê qetilkirin. Sûcekî din were kirin hemen dibin girtîgehê. Lê kujerên ku jinan qetildikin berdidin. Ma wisa dibe? Ev dewlet e? Divê kujerekî ku jinek qetilkir heta hetayê di girtîgehê de bihêle.”
 
MA / Ozlem Yayan