Danişîna 7 jinên li Wanê tên darizandin hat taloqkirin

  • jin
  • 14:16 23 Mijdar 2021
  • |
img
WAN - Rûniştina 7 jinên ku ji bo banga tevlîbûna meşa ji bo Peymana Stenbolê tên darizandin hat taloqkirin.
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, ji ber sînevîzyona ku ji bo meşa 10’ê Nîsanê ya ji bo şermezarkirina betalkirina Peymana Stenbolê bê lidarxistin amade kiribûn, li ser medyaya dîjîtal parve kiribûn. Derbarê wan de bi îdiaya "meşa derqanûnî" doz hat vekirin. Rûniştina doza 7 jinên ku yek jê girtî ye li 5'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê hat lidarxistin. 
 
Endama Meclîsa Şaredariya Tûşba ya HDP'ê Ayşe Mînaz, Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Îpekyoluyê Canan Uzunay û endama Komeleya Jinan a STAR'ê Rojbîn Bor, Dîlan Yildiz û Nurcan Kaya yên negirtî tên darizandin di danişînê de amade bûn. Her wiha Ceyda Dîndar a girtî jî ji Girtîgeha Wanê ya Jinan bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû.
 
Li gel jinan parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn û parastinên xwe kirin. Şandeya dadgehê ji bo dosye ji nûve were lêkolînkirin û xisûsên kêm werin temamkirin danişînek din taloqî 17’ê adara 2022’yan kir.