Jin li çar aliyan di çalakiyan de ne

  • jin
  • 16:48 23 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li gelek bajaran bi çalakî û bernameyên cuda hatin lidarxistin. Di çalakiyan de jinan bal kişand ser têkoşîna birêxistinkirî û banga teşhîrkirina polîtîkayên dijminanê yên li dijî jinan kirin.  
 
Çalakî û bernameyên jinan ên di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinê de berdewam dikin. Îro jî jinan li gelek navendan çalakî li dar xistin û bal kişand ser tundiya li dijî jinan ûbanga teşhîrkirina polîtîkayên dijminanê yên li dijî jinan kirin.  
 
 
WAN 
 
Li Wanê, Komeleya Jinan a STAR'ê xwest ji bo 25'ê Mijdarê li ber avahiya xwe çalakî li dar bixe. Polisan, bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiya Wanê ku bi salan e didome têketina avahiyê girtin û astengkirin ku rojnameger kişandinê bikin. Polisan, ji bo demekê nasnameyên rojnamegeran desteser kirin. Ji ber ku derketina wan derve hat astengkirin jinan li têketina avahiyê daxuyanî dan. Endamên Meclisa Jinan a HDP'ê ya Wanê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Endama Komeleyê Serap Guvenç axivî û bal kişand ser têkoşînan jinan a li dijî polîtîkayên li ser wan tên meşandin. 
 
Di dawiya axaftina xwe de Guvenç daneyên tundî, tacîz û destirêjiyên ku di nav salekê de li dijî jin û zarokan hatine kirin parve kirin. 
 
 
COLEMÊRG 
 
Meclisa Jinan a HDP'ê ya Colemêrgê, ji bo 25'ê Mijdarê li navçeya Çelê daxuyanî da. Meclisa Dayikên Aştiyê, hevserokên HDP'ê yên Colemêrg û navçeyên wê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hevseroka Navçeya Navendî ya HDP'ê Sînem Seven axivî. Seven, diyar kir ku êrişên li dijî destkeftiyên jinan bênavber didomin û got ku di dîrokê de timik tundî bi destê zilam, desthilat û dewletê pêk hatiye. 
 
Daxuyanî bi dûrişmeya “Jin Jiyan Azadi”  û "Heke jin azad bibin wê dinya biheje" bi dawî bû. 
 
AGIRÎ
 
Meclisa Jinan a HDP'ê ya Agiriyê, li avahiya xwe sînevîzyona ku têkoşîna jinan têde dihat vegotin nîşan da. Piştî sînevîzyonê jinan serdana pêşengeha wêneyên zarok û jina kir. Herî dawî ji jinên girtî re qertên piştevaniyê şandin. 
 
ŞIRNEX 
 
Li Hezexê jin bi meşa zincîra binevşî bal kişandin li ser jinên ku hatin qetilkirin. 
 
Li Botanê jî xebatên jinan ê 25'ê Mijdarê  berdewam dikin. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, Meclisa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê û TJA'yê bi zincîra binevşî meşiyan. Meşa jinan li kolana Turgut Ozal pêk hat. Meclisa Dayikên Aşitiyê, endam û rêveberên jin ên rêxistinên HDP'ê yên Şirnexê û navçeyên wê, Hevşaredara HDP'ê ya Sîlopya Adalet Fîdan û gelek jin tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên jinên ku hatine qetilkirin û dovîzên " Em li dijî çanda tecawîzê têdikoşin û xwe diparêzin," Mêr dikuje dewlet diparêze" hatin hilgirtin. Jinan di meşa ku di bin dorbêça polîsan de pêk hat de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Piştre jinan di dawiya meşê de daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan Hevşaredara Hezexê ya qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin Songul Erdem axivî. Erdem, diyar kir ku ji bo ku balê bikişînin ser kuştina jinan wan pêwistî bi vê çalakiyê dîtiye û got ku heta dawiyê ew ê li dijî hişmendiya serdest li ber xwe bidin. 
 
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.
 
AMED Û STENBOL
 
Her wiha li bajarên mîna Stenbol, Amed, Edene, Mersîn, Îzmîrê jî bi heman rengî jinan çalakî li dar xistin û bal kişand ser tundiya ku ji aliyê zilam û dewletê ve li dijî wan tê meşandin.