Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin

  • jin
  • 09:03 24 Mijdar 2021
  • |
img
ÊLIH - Fûtbolvanên jin ku bi serketin û xîreta xwe feraseta "jin nikarin bi fûtbolê bilîzin" şikandin, niha armanca wan a sereke bibin şampiyon. 
 
Tîma Fûtbolê ya Batman Karşiyakasporê ku di lîga 3'yan a Jinan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de ye, bi performansa xwe ya serketî balê dikişîne. 
 
Jinên ku li gel hemû zextên civakî li taxê dest bi fûtbolê kirin, piştî perwerdehiyeke profesyonel 6 sal berê tîma xwe ava kirin. Tîm, bi vê performansa xwe ya serketî lîga amatorê derbas kir û derbasî lîga profesyonel bû û jinan bi vê re careke din feraseta "ma jin dikarin bibin fûtbolvan?" şikandin. 
 
Cîgira antrenor Halîme Aykût, diyar kir ku ji zarokatiyê ve bala wê çûye ser fûtbolê û got: "Berê hakem bûm. 5 sal berê bi daxwaza mamosteyan hatim Karşiyakasporê. 5 sal in di vê tîmê de dixebitim. Gava min dest pê kir, tîma me di lîga amatorê de bû. Niha em di lîga 3'yan de ne. 36 lîstikvanên jin û 3 antrenor hene. Ji ber pîvanan 21 kes di tîmê de cih digirin. Ên din jî tevkariya tîmê dikin." 
 
Aykût, destnîşan kir ku ev yek ji bo wan cihê şanaziyê ye û got: "Em jin tişta dihat gotin nayê kirin em dikin. Em li hemberî kesê 'jin nikarin bi fûtbolê bilîzîn' em bi awayekî herî baş bi fûtbolê dilîzin. Gava piştevaniya jinê xwe li qadê dide der, ev me xurtir dike. Armanca me em bibin şampiyon. Em ê bi ser bikevin. Bang li hemû jinan dikim, bidin dû xeyalên xwe." 
 
PIŞTGIRIYA MALBATAN
 
Lîstikvan Zeynep Bişerî ku li taxê dest bi fûtbolê kiriye, anî ziman ku piştî israra hevalên xwe yên fûtbolvan hatiye Karşiyakasporê. Bişerî, bilêv kir ku malbatê wê li ber daxwaza wê rabûye û gotiye "Jin nikare bi fûtbolê bilîze", lê piştî wextekê malbata xwe qaneh kiriye û got: "Ewilî min got tevli dersên perwerdehiya laş dibûm, lê dihatim tevli tîmê dibûm. Gava pê hesiyan ku ez di tîmê de dilîzim êdî hew deng ji xwe anîn. Bi dû re jî gava dîtin ez serketî me, alîkariya min kirin. Niha alîakriya min dikin. Ji ber vê piştgiriya wan pir kêfxweş im. Lê hê jî di warê şort de em li hev nakin."
 
SERKETIN
 
Esr4a Baglamiş jî piştî çar salan bi badmîntonê lîstiye biryar daye bibe fgûtbolvan û got: "Karşiyakasporê jî dît ku ez di fûtbolê de baş im, gazî min kir. Min hî qebûk kir. Lê ji ber ku malbata min neidxwest bibim fûtbolvan, min ji wan re got ez diçim Dibistana Bilind a Perwerdehiya Laş, min bi vî awayî derewa kirin. Paşê qebûl kirin. Lê qanehkirina wan hinekî zehmet bû. Bi saya mamosteyên min û serketina min qaneh bûn." Baglamiş, bilêv kir ku niha amadekariyên lîgê dikin ku dê di meha Kanûnê de dest pê bike û armanca wan ew e ku bibin şampiyon.
 
LI KUÇEYÊ DEST PÊ KIR
 
Rojîn Ercan jî di temenekî biçûk de dest bi fûtbolê kiriye. Ercan, ewilî li kuçeya taxa xwe dest bi fûtbolê kiriye û paşê daxilî nav tîmê bûye. Ercan got: "Min hewl da tim xwe bi pêş ve bibim." 
 
 ‘EM Ê BIBIN ŞAMPIYON'
 
Ercan, destnîşan kir ku hewl didin beranberiya keda xwe bi dest bixin û got: "Helwesta gelê Êlihê ya ji bo fûtbolvanan baş e. Helbet fikira hin kesan cuda ye. Hin kes hene naxwazin em şortan li xwe bikin, naxwazin em bilîzin. Lê ew vî bajarî temsîl nakin. Malbata min jî piştgiriya min dike. Em ê bi vê xîret û têkoşînê bibin şampiyon."