Ocalan ji bo jinan: Xwe bi rêxistin bikin û biparêzin

  • jin
  • 11:58 24 Mijdar 2021
  • |
img
ENQERE - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku tundiya li ser jinê derketiye asta hovitiyê û wiha got: “Ev mirin ji şer xerabtir in. Ev yek mijara ewlekariya dewletê ye. Divê rêxistina jinê, bi rêxistinbûna civakî van çareser bike.”
 
Ev 61 sal in ji welêt heta welat, heta parzemînan bi biryardariyeke mezin ala xwişkên Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa Mîrabal yên li dijî zext û zordariyê têkoşiyan, tê bilindkirin. Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku li dijî destkeftiyên jinan û têkoşîna wan herî zêde bêtehamul in. Li Tirkiyeyê tundiya li hemberî jinê û komkujî ji sedî hezar û 400 zêde bûye, tenê di 10 mehên ewil ên di sala 2021’ê de bi tundiya mêran 256 jinan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 87 jin hatin tecawiz kirin, 396 jin jî rastî tacîza zayendî hatin. 160 zarokan jî hatin taciz û tecawiz kirin. Di 10 mehên ewil de li dijî jinan 670 bûyerên tundiyê pêk hatin. 
 
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinê sibê ye. Me nirxandin û çareseriyên alternatif ên têkildarî tundî û komkujiyên li ser jinê yên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ku derbarê pirsgirêka jinê bi tespît û çareseriyên xwe yek ji wan kesên herî berbiçav e berhev kirin. 
 
MEKANÊN JIYANA AZAD
 
Ocalan di gelek hevdîtinên bi dewletê re bi taybetî bal kişandibû ser mijara pirsgirêka jinê û azadiya wê û di hevdîtina 23’yê Sibata 2013’an de wiha gotibû: “Civakeke ku jin lê azad nebe şense wê yê ku azad bibe nîne.” Ocalan, di hevdîtina 18’ê Adara 2013’an a bi Şandeya Îmraliyê re, destnîşan kiribû ku divê jin li dijî siyaseta AKP’ê ya wan li malê mehkum dike bibin xwedî biryar û wiha dibêje: “Dema jin di nava malê de be, dibe kole. Divê tu bibî azadîxwazeka jin. Teşedayîna jinê ez bêexlaqî dibînim. Pêdiviya jinê bi xwedayekê heye. Xweda jî xwebûyîne. Jina azad weke rojê hiltê. Peyvên jin jiyan gelek bi wate ne. Jin divê azad bin û xwedî biryar bin. Divê malên jiyana azad ên jinan hebin. Bila xebatên we di bingeha jina azad de bin. Ez dubare dikim, bêjin jiyan nabe. Bi hevî bibin, kedê bidin û bi bawerî bikin.”
 
BIBIN HÊZA ÇARESERIYÊ 
 
Ocalan, penaseyên li ser jinê yên weke “Tu an ya min î an ya axê” jî nirxandibû û di hevdîtina 3’yê Nîsana 2013’an de wiha gotibû: “Çandeke wiha tirsnak heye. Xebatên jinan girîng in. Xebatên jinan ên aborî û civakî girîng in. Ji zilaman bawer nekin. Ji jinên bêkar re pêşengtiyê bikin. Bila jin zarokên ku baş bijîn bînin ser dinyayê.  Mesele ne anîna zarok a ser dine ye mesele xwedîkirina wî zarokî/ê ye. Dev ji kotaya ji sedî 40-50 berdin. Dema sê-çar jin hatin bahev, çareseriyê hilberînin. Mêr xwe dikin weke Xweda. Hûn jî ji xwe bawer bin.”
 
ŞOREŞA JINÊ 
 
Ocalan, di hevdîtina 7’ê Hezîrana 2013’an de destnîşan kiribû ku divê jin li dijî sîstema heyî xwe ji nû ve biafirînin û ji Şandeya Îmraliyê re wiha gotibû: “Şoreşa me di heman demê de şoreşa jinê ye. Wekhevî û azadî bi çareserkirina pirsgirêka jin pêkan e. Rewşa jinan tirsnak e. Bêkar in. Jin ji ber bêkariyê diçin cihên cuda. Divê hûn xwe ji nû ve bi afirînin. Divê jin azad û wêrek be. Jin ji derveyî jiyanê hatiye hiştin.”
 
BERTEKA LI DIJÎ TUNDIYÊ Û KOMKUJIYAN 
 
Ocalan, di hevdîtina 8’ê Adara 2014’an de bal kişandibû ser komkujî û tundiya li ser jinan û wiha gotibû: “Li Kayseriyê cinayetek pêk hat. Zilamekê malbata xwe qetil kir. Herî dawî dema zarokê xwe yê heft salî di şaneşînê de biavêje, zarok ji bavê xwe re dibêje ‘Bavo tu dê min neavêjî ne wisa?’ Dem amin ev guhdarî kir, ez ewqasî dilerizîm ku dikarim bêjim di jiyana min de tiştekî ewqas bandor li min nekiriye. Ez ê tu car gotina wî zarokî ji bîr nekim. Niha dibêjim. Heta romana vê neyê nivîsîn, fîlmê vê neyê kişandin, derbarê Tirkiyeyê de tiştek nayê kirin. Ev meseleyeke evqas girîng e û hemû pirsgirêkan di nava xwe de dihewîne. Divê Tirkiye bi gotina vî zarokî hejiyabûya û divê gotina wî zarokî were dahurandin. Komkujiyên jinan jî weke vê ne.”
 
Ocalan, di hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re ku di 31’ê Gulana 2014’an pêk hat de jî bertek nîşanî hovitiya di komkujiyên jinan de pêk tê û wiha gotibû: “Em cînayetên jinan her roj di asta hovitiyê de dijîn. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin. Ev mirin ji şer xerabtirin. Ev meseleya ewlekariya dewletê ye. Naber ku jin evqas alçaxtî were kuştin, welatiyên vî welatÎ vê qebûl nakin. Lê her aliyê jinê bi zincîrê hatiye girêdan. Heta em vê neşkînin em nikarin bibin sosyalîst û em nikarin siyasetê bikin. Şoreşa ku jinê azad neke, ne şoreş e. Rêxistina ku nikare jinê birêxistin bike, ne rêxistine. Divê mirov vê hişmendiyê derxe holê.”
 
YEKANE XELASÎ AZADIYE
 
Ocalan, di hevdîtina 26’ê Hezîrana 2014’an a bi Şandeya Îmraliyê de jî bal kişandibû ser tundiya li ser jinê û wiha gotibû: “Bila ew zilam hezar caran ji wê lêborînê bixwaze. Hun da wî poşman bikin ku ji dayika xwe bûye, hûn vê nakin, hûn sûcdar in. Hûn ê gel biparêzin. Nikarin jinekê bikujin. Ji xwe em her roj kuştinên jinan dibînin.” Ocalan, di hevdîtina 15’ê Tebaxa 2014’an de jî wiha dibêje: “Kêrekê digirin destê xwe jina ku wan naxwaze an jî neecibîne dikujin an jî tecawiz dikin. Di pergala kapîtalîst de her zilam her mêr tecawizkar e. Divê mirov jinê bihêz bike. Wê jin nebe hevjîna mêrê xwe, keça bavê xwe, wê xwe bi xwe be. Em tu caran nikarin termînolojiya wergirtina jinê, dayina keçeke û hwd. qebûl bikin. Ya ku ez jê re dibêjim etîka jinê, hêza biryardayînê ya jinê ye. Îdeolojiya sedsala 21’an azadiya jinê ye. Yekane xelasî azadî ye.”
 
ÇARESERÎ DI TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ DE YE
 
Ocalan, di hevdîtina 4’ê Sibata 2015’an de çareseriya li dijî tundî û tecawiza her ku diçû zêde bibe jî wiha gotibû: “Divê rêxistinên jinan, bi sosyolojiyeke kûr, bi rêxistinbûyîneke civakî ya kûr van çareser bikin.” Ocalan, li dijî komkujiyên jinan balê dikişîne ser xweparastina cewherî û wiha dibêje: “Herkes parastina rewa dike. Ji ber vê yekê min têgîna xweparastinê bi pêş xist. Min anîbû ziman ku her kom, her jin xwe biparêzin. Min bi taybetî ji jinan re gotibû ku divê xweparastina xwe pêş ve bibin. Divê herkes bi zanebûn û bi vîna xwe xwebiparêzin.”
 
MA / Bêrîvan Altan