Bi atolyeya wêneyan dê dîroka jinan a jibîrkirî bibîr bixe

  • jin
  • 10:36 18 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL – Hunermenda wêneyan Şehlem Kaçar dê atolyeya bi navê “Zayendiya civakî û wêne” pêk bîne û dîroka jinan a hatiye jibîrkirin û tecrubeyên jinan bibîr bixe.

Atolyeya “Zayendiya civakî û wêne” ya ku bi pêşengiya hunermda wêneyan Şehlem Kaçar dê pêk bê, di 20’ê sibatê wê li Wênexaneya Galata ya Beyogluyê dest pê bike. Atolye dê 6 hefte bidome û bi naverokên cuda dê wêne bên pêşandan. Dê di atolyeyê de li ser mijarên qadên hilberîna dîtbarî, zayendiya civakî, di medyayê de nûnerên jinan, di tundiyê de zimanê medyayê û bikaranîna wêne nîqaş bên meşandin. 
 
Kaçar diyar kir ku ji bo cudahiyek biafirîne atolyeyê ava dike û têkiliya huner û zayendiya civakê di jiyana rojane ya beşdarvanan de bandorek çawa dike dê bide nîşandan. Kaçar anî ziman ku meseleya zayendiya civakî li her qadê jiyanê hebûna xwe dide hîskirin û dê vê mijarê bi wêneyan vebêje. Kaçar destnîşan kir ku dê bi hunera femînîst dest bi bernameya xwe bikin û dê di atolyeyê de li ser tecrûbeya jin û zilaman hem xwe hem jî zayendiya civakî lêpêrsîn bikin. Kaçar anî ziman ku dê di atolyeyê de gelek tiştan jî bibîr bixe û dê dîroka jinan a hatiye jibîrkirin dê ji nû ve bibîr bixe.