Divê berê mêrantî bê kuştin

  • jin
  • 17:25 18 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras, di panela "Hevjiyana Azad" de diyar kir ku tişta ji mêr tê xwestin ewe ku li ser esasê “kuştina merantiyê" bi jinê re têkevin nava parvekirinê. 

Akademiya Jîneolojî û Kovara Jînelojiyê, li Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Amedê panela "Hevjiyana Azad" li darxistin. Di panelê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Berdan Ozturk, rêveberên HDP, DBP û TJA'yê û gelek welatî amade bûn. Di panelê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca û Endama Akademiya Jinê Figen Aras wekî panelîst amade bûn. Panela ku Hevseroka Odeya Plansaziya Bajar a Amedê Buşra Cizrelîogullari pêşkêşî kir, bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
‘DIVÊ PARVEKIRIN LI SER PÎVANÊN GERDÛNÎ AVA BIBIN' 
 
Endama Akademiya Jinê Figen Aras, diyar kir ku têgeha Hevjiyana Azad di salên dawî de li gelek welatên cîhahê zêde tê niqaşkirin û wiha got: "Niqaşa vê têgehê bi xwe re kelecanekê ava dike. Di destpêkê wekî parvekirina jin û merekî ya domdar hat destgirtin. Lê her çiqas ev têgeh hat niqaşkirin, bêtir wateya wê kûr bû. Hat dîtin ku ne tenê jiyana domdar a jin û mêr e. Hat dîtin ku di qada civakî, aborî û siyasî de parvekirinek wekhev e. Têkiliyên tekakesî çareseriyê bi xwe re nîne. Ji bo Hevjiyana Azad jindar bibe, divê têkilî û parvekirinên jin û mêr li ser asta gerdûnî pêş bikeve." 
 
‘HETA PIRSGIRÊK ÇARESER NEBIN HEVJIYANA AZAD PÊŞ NAKEVE' 
 
Aras, destnîşan kir ku hewldana avakirina malbatê ji bo jiyana azad ne pêkan e û wiha berdewam kir: “Bi hişmendiya mêrekî Demokrat dibe ku malbatek bê avakirin. Lê ev nabe hevjiyana azad. Parvekirin û têkiliyek bi îddîa heye. Lê Hevjiyana Azad divê tenê li ser têkiliya du kesan neyê destgirtin. Kesên li vê malbatê ji dayik bibin û cîranê vê malbatê hene. Ji ber vê yekê divê vê hişmendiyê biguherdînin. Heta hişmendî neyê guhertin pirsgirêk çareser nabe. Heta pirsgirêk çareser nebin Hevjiyana Azad pêş nakeve. Malbata bê avakirin dê dewleta biçûk be." 
 
‘JIN DI FERQA RASTIYA ZAYENDÊ DE NE'
 
Aras, li ser rewşa parvekirina aborî û parvekirinên aliyan ên Hevjiyana Azad jî rawestiya û wiha got: "Aboriya heyî mirovan ji sincê dûr dixe. Nirxên jinê tên dizîn. Jin di qada aborî de cih nagire. Jin êdî rastiya zayendiya xwe nas kirine. Tişta ji mêr tê payin, dive li ser bingehê ku mêrantiyê bikujin pêş bikeve. Tişta ji mêr tê xwestin ewe ku li ser esasê “kuştina merantiyê" bi jinê re têkevin nava parvekirinê."  
 
'OCALAN EV TÊGEH JI NIQAŞÊ RE VEKIR' 
 
Aras, agahiyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî parve kirin û wiha got: "Mêr wekî enerjiyek hişk xwe dide der. Enerjiya jinê jî hêj negihiştiye formekî. “Dive em wekî jin û mêr li ser bigehê azadiyê xwe pêş bixin û jiyana xwe bi teşe bikin. Têgeha Hevjiyana Azad ji aliyê Birêz Ocalan ve ji niqaşan re hat vekirin." 
 
‘OCALAN RÊ LI PÊŞ JINA KURD VEKIR KU BIBE MÎNAKA CÎHANÊ'
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca jî anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev têgeh pêş xist û li gelek welatên cîhanê ev têgeh tê niqaşkirin. Uca, da zanîn ku jina kurd ku li dor fikra Ocalan xwe azad kiriye, li cîhanê dibe mînak û wiha got: "Jina kurd di Şoreşa Rojava û Şengalê de mohra xwe li berxwedanê xist. Jina kurd nîşan da ku jin di qada parastinê de dikare gelek tiştan bike. Jina kurd Kobanê ji destê DAIŞ'ê azad kir. Jinên ku ji destê hatin azadkirin di çapemeniya cîhanê de bûn manşet. Hemû cîhanê têkoşîna jina kurd dît."  
 
'DAVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
 
Uca, anî ziman ku Ocalan di qada Hevjiyana Azad û azadiya jinê de li cem jina kurd cih girtiye û wiha bi dawî kir: "Birêz Ocalan hêj di bin tecrîdê deye. Ocalan 19 salin di bin tecrîda giran de li Îmraliyê tê girtin. Herî dawî CPT ew ziyaret kir, lê hêj der barê rewşa wî de rapor aşkere nekiriye. Li Îmraliyê çi dibe çi nabe kes nizane. Malbat û parêzerên Ocalan nikare hevdîtinê bikin. Ji bo demokratîkbûna civakê divê derî li Îmraliyê vekirin. Mifteya demokratîkbûnê li Îmraliyê ye. Panel piştre bi pirs û bersivan bi dawî bû.