TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye

  • jin
  • 12:41 1 Kanûn 2021
  • |
img

AMED - TJA’yê banga têkoşîna li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Rêya têkoşîna li dijî kesên ku dixwazin têkoşîna azadiya jinê bifetisînin û xeta azadiya jinê bişkînin di şikandina tecrîdê re derbas dibe.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qedexeya hevdîtinê ya parêzeran a 6 mehan ku di 12’ê Cotmehê de dabûn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê girtin û qedexeya hevdîtina bi malbatan re ya 3 mehan a di 18 'ê Tebaxê de hatiye dayîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
TJA’yê bi bîr xist ku Ocalan piştî 8 salan di 2-22’yê Gulan, 12-18 Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiribû û wiha got: “Birêz Ocalan cara ewil di 27’ê Gulana 2020’an de ji mafê xwe yê telefonê sûd girtibû. Dîsa herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû û telefona wî di nîvî de hatibû birîn. Ji wê rojê ve hemû serlêdanên malbat û parêzeran bêbersiv tên hiştin.”
 
CIVAK DI BIN TECRÎDÊ DE YE
 
TJA’yê destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tê sepandin di serî de kurd bandorê li hemû civakê dike û wiha berdewam kir: “Em baş dizanin ku faşîzma AKP’ê û MHP'ê ku ev helwesta keyfî weke navgîneke sîstematîk a îşkenceyê li ser Birêz Ocalan pêk tîne, dixwaze bi kurkirina tecrîdê têkoşîna azadiya jina kurd bifetisîne. Bi tecrîdê re bêhiqûqî her ku diçe kûrtir dibe.”
 
BANG LI CPT’YÊ KIRIN
 
TJA’yê herî dawî bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku berpirsyartiya xwe bi cih bîne û wiha got: “Têkoşîna li dijî tecrîdê, berxwedana li dijî faşîzmê ye. Rêya têkoşîna li dijî kesên ku dixwazin têkoşîna azadiya jinê bifetisînin û xeta azadiya jinê bişkînin di şikandina tecrîdê re derbas dibe. Wê tecrîd winda bike, jin serbikevin. Têkoşîna azadiya jinê wê serbikeve.”