Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê

  • jin
  • 14:53 2 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca ku xwe ji hilbijartinan re amade bike û tecrubeyên xwe parve bike KA.DER bi akademîsyen û siyasetmedaran re civînek li dar xist. 
 
Lijneya Rêveberiya Giştî ya Komeleya Destekkirina Namzetên Jin (KA.DER), derbarê nîqaşên hilbijartinan de bi endamên Lijneya Şewirnendiyê, şax û nûnertiyên xwe re civînek li dar xist. Akademîsyen Prof. Dr. Gulgun Erdogan Tosûn, Prof. Dr. Fatmagul Berktay, Dr. Zeynep Banû Dalaman û Doç. Dr. Sevgî Ûçan Çûbûkçû, nêrin û xebatên xwe yên ji bo pêkanîna wekheviya zayendiya civakî ya derbarê hilbijartinan de parve kirin. 
 
Seroka Giştî ya KA.DER'ê Nûray Karaoglû ku axaftina vekirina civînê kir, di mijara tevlîbûna jinan a hilbijartinan de tecrubeyên xwe parve kirin. 
 
Di beşa duyemîn a civînê de jî jinên KA.DER’î b hev re danûstandinê kirin.