Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin

  • jin
  • 16:12 2 Kanûn 2021
  • |
img
ÊLIH - Dogan Demîr ê hevjîna xwe ya bi mehra olî giran birîndar kiribû û xwişka wê qetil kiribû, piştî 14 rojan hat girtin. 
 
Li Taxa Çamlitepe ya Êlihê, di 16’ê Mijdarê de Dogan Demîr, ê hevjîna xwe ya bi mehra olî Muzeyyen Bûlût giran birîndar kiribû û xwişka wê Sûltan Karabûlût qetil kiribû, reviya bû. Demîr ê di çarçoveya lêpirsînê de di 30’ê Mijdarê de hatibû binçavkirin piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan duh sewqî Edliyeya Êlihê hat kirin. Dadgehê Demîr girt û ew şand Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.  
 
Li aliyê din hat hînbûn ku têkildarî dosyaya Demîr biryara nepen hatiye girtin.