Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?

  • jin
  • 13:34 3 Kanûn 2021
  • |
img
SÊRT - Dayika Îpek Er, Hîkmet Kiliç a di danişîna faîlê tecawizê Mûsa Orhan de axivî, ji dadgehê re wiha got: “Bersûc bi awayekî bê ceza digere. Bila herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe, heke hûn rehet bin ez jî dê rehet bim.”
 
Danişîna 5’emîn a doza derbarê çawişê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û ber bi întîharê ve kişand de bi sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê didome. 
 
3 SAL IN BÊCEZA DIGERE? 
 
Dayika Îpek Er, Hîkmet Kiliç di danişînê de mafê axaftinê girt û bi kurdî axivî. Kiliç, pirsa “Bersûc bi awayekî bê ceza digere. Hûn di şûna min de bûna hûn da qebûl bikin?” kir û wiha got: “Bila herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe, heke hûn rehet bin ez jî dê rehet bim. Hêvî dikim ku Orhan cezayê xwe li nik Xwedê bibîne. Ez giliyê wî û parêzerê wî dikim.”
 
SEROKÊ DADGEHÊ MUDAXILE KIR
 
Kiliç, wêneyê Îpek Erê nîşan da û wiha axivî: “Ev keça min e baş lê binerin. Min keça xwe mezin kir, Mûsa tecawizî wî kir. Edî bes e cezayê pêwîst bidin wî. Îman û şerefa wî tune ye.” Piştî axaftina Kiliç, serokê dadgehê axaftina wê birî û wiha got: “Temam me fêm kir, me beyana te girt.”
 
Piştî Kiliç, parêzeran mafê axaftinê girtin. Parêzer Nesrîn Bilge, Gulan Çagin Kalelî û Hatîce Demîr parastin kirin. Dema danişîn berdewam dikir de bavê Er, Fûat Er ji ser hişê xwe çû û bi gotina “Ez tiştên li vê derê tên gotin fêm nakim” ji eywanê derket. 
 
Danişîn bi parastina parêzeran didome.