Jinên ji Hatayê: OHAL bûye kirasê tundî û kuştinê

  • jin
  • 09:12 19 Sibat 2018
  • |
img

HATAY - Saziyên jinan ên Hatayê, diyar kirin ku mêrên di nava krîzê de digevize, li kuçeyan tehamulî dîtina jinan nake û ev tişt gotin: "OHAL bûye kirasê tundî û kuştinê. Ji bo rawestîna tundî û kuştinê divê em dengekî bi hêztir derxin." 

Bi Rewşa Awarte (OHAL) re tundî, tacîz, zext û kuştina li dijî jinan zêde bûn û bûne rojeveke sereke. Endama Piştevaniya Mor a Hatayê Aylin Yuksel, diyar kir ku şideta li dijî jinê di her serdemê de bi şeklekî cuda xwe dide der û ev tişt got: "Pêvajoya OHAL'ê ya bi amûrên şidet û tundiyê xwe gurç û pêç kiriye, her ku diçe şidet û kuştinên li dijî jinan zêde dibe. Gotinên desthilatdariyê vê şidetê rewa dike. Nûçeyên wekî 'Min gelekê jê hez dikir û kuşt' hejmar qet bi qet zêde kiriye. Mîlîtarîzma bi OHAL'ê re bilind bû û hişmendiya zilam a serdest, mêr sor dike, şideta li dijî jinê rewa didin nîşan. Mêrê di nava krîzê de digevize, dema jinê li kuçeyê dibîne, tehmulî tu wê nake."
 
‘OHAL BÛ KIRASÊ ŞIDETÊ’
 
Yuksel destnîşan kir ku dema her sal li rêjeya kuştinên jinan mêze dikin, zêdebûnek heye û wiha axivî: "Gengeşiya krîza di nava civakê de, wekî îstismar û şidet derdikeve pêşberî jin û zarokan. Berdêla vê her dem jin dide. OHAL bûye kirasê ku li şidetê hatiye kirin. Desthilatdarî cihê ku pêşî li vê yekê bigire, bi pêkanînên wekî otobusên pembe dixwaze pêşî li mijarê bigire. Bi qanûnên ku demên dawî derxistin re, ne wekheviya di qada zayendî de her ku diçe kûr dibe."
 
‘DIXWAZIN NASNAMEYA JINA MAQÛL BIXULIQÎNIN’
 
Yuksel da zanîn ku hişmendiya serdest qadên azad ên jinê sînr dike û dixwaze "Jina Meqûl" bixuliqîne û wiha pê de çû: "Tirkiyeyê jî îmzeya xwe avêtiye bin peymanên Stenbol û Cedawê yên navneteweyî, lê pêk nayne. Berovajiyê wê pêkanînên cuda dixe dewrê. Li dijî an hemûyan yekitî û berxwedanek heye."
 
‘MÊR JI DARAZ Û DESTHILATDARIYÊ HÊZÊ DIGIRE’
 
Endama Kolektîfa Keda Jinê Sevgî Kurtdere anî ziman ku şidet û kuştinên jinan tenê bi OHAL'ê nayê nirxandin, helwesta daraz û desthilatdariyê ya alîkariya mêr dike di vir de xwedî bandor e û ev tişt got: "Zilam ji xwe di vir de dizane ku desthilatdarî û daraza ku xwedî polîtîkaya serdest e û hişmendiya zilam diparêze dê piştgiriyê bide wî. Bi vê baweriyê dibe kujer." Kurtdere, nerazîbûnên xwe yên der barê civaka ku xwe bêdeng dike jî da û wiha got: "Di vir de hişmendiya 'Mirov nakeve navbera hevseran' gelekî bi bandor e."
 
‘PÊWÎSTÎ BI DENGEKÎ XURT HEYE’
 
Kurtdere derbirî ku divê cinayetên jinan ne pirsgirêkeke tekakesî, wekî pirsgirêkeke civakî bigirin dest û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê dewlet kuştinên jinan wekî pirsgirêkek civakî bigire dest û pêşî li kuştinan bigire. Divê em wekî saziyên jinan li dijî polîtîkaya şidetê têkoşînê mezin bikin. Ji bo pêşî li cinayet û kuştinên jinan bên girtin, divê dengek xurt bê derxistin."