Li 51 jinên girtî cezayê ‘govend û stranên kurdî’ hatiye birîn!

  • jin
  • 12:08 4 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan siyasetmedar Ayla Akat Ata jî di nav de 51 girtiyên jin, ji ber ku bi kurdî stran gotin û govend gerandin cezayê dîsîplînê li wan hat birîn.
 
Rêveberiya Girtîgeha Sîncanê ya Jinan di 15’ê Tebaxê de bi hinceta “sirûda nehewce gotine û dirûşme berz kirine” derbarê 51 girtiyên jin ên di nav de siyasetmedar Ayla Akat Ata jî heye lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin.
 
Di encama lêpirsîna hatiye destpêkirin de bi hinceta “mehek ji serdanê bê bêpar hiştin” cezayê dîsîplînê li wan hat birîn. 
 
PÎROZBAHΠ
 
Di rapora lêpirsînê ya ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye amadekirin de, hat destnîşankirin ku pîrozbahiyên girtiyan ji bo çalakiyên civakî tên kirin, weke "rêxistinî" tên şîrovekirin, di raporê de jî weke "cejn" hatiye nîşandan. Tugçe Altuntaş û Fulya Ekinci jî ji gardiyanên ku îfadeya wan hat girtin, gotin ku girtiyan bi dengekî bilind nivîsa kurdî xwendin. Lê belê derbarê destnivîsa ku hat xwendin de tu agahî di girtekê de cih nagire. 
 
QALA TECRÎDÊ KRINE 
 
Jinên ku derbarê lêpirsîna hatiye destpêkirin de îfade dane îradeya girtîgehê binpêkirinên mafan vegotine û behsa tecrîda li girtîgehan li girtiyan tê sepandin kirine. 
 
BIRYARÊN EMSAL 
 
Jinên girtî ku bi lêpirsîna dîsîplînê re rûbirû mane diyar kirine ku kombûna li hewşê ango cihê bêhnvedanê stran gotin, govend gerandin ne sûc e û her wiha berzkirina dirÛşman jî nabe sûc û biryarên Dadgeha Bilind, Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dane wek mînak (emsal) nîşan dan. 
 
Dadgeh ji bo vê biryara lêpirsîna dîsîplînê binirxîne di 23’yê mijdarê de binirxîne danişîn li dar xist. Girtiyên ku li Eywana Danişînê ya Girtîgeha Sîncanê beşdarî danişînê bûn ji bo parastina xwe bi kurdî bikin daxwaza parastinê kirin. Dadgehê diyar kir ku jinên girtî bi tirkî dizanin û heke ku ew heqê werger bidin wê wergêr tayîn bike. Jinan diyar kir ku parastina bi zimanê dayikê mafek yasayî ye û dayîna heqê wergêr red kirin. 
 
YÊN DI KARANTÎNEYÊ DE BÛNE JÎ XISTINE BER LÊPIRSÎNÊ 
 
Zeynep Bîngol û Sîmanûr Pamuk ên ku di beşa pandemiyê ango karantînayê de govend gerandine û stran gotine di nav de 51 jinên ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin de ne. Bîngol û Pamuk destnîşan kirin ku ji ber ku ji ber nexweşiya xwe çûne nexweşxanê, ew di qawîşa karantînayê de ne û deriyê hewayê li ser wan hatiye kilîtkirin, lewma ne mimkûn e ku çalakiya wiha pêk bînin.
 
BERDAN HAT ASTENGKIRIN 
 
Li aliyê din lêpirsîn hincet hat nîşandan û berdana Hanim Yildirim, Jiyan Ateş û Rojdan Erez hatiye astengkirin. 
 
WÊ DEV JI ZIMANÊ XWE BERNEDIN 
 
Ji jinên girtî Dîlber Tanrlikulu ku di danişîna li Dadgeriya Înfazê de hatiye lidarxistin axiviye û diyar kiriye ew kurd in û ew di oxira wê de werin kuştin jî wê dev ji ziman û çanda xwe bernedin. 
 
PIŞTEVANIYA ABDULLAH OCALAN A JI BO VÊ PÊVAJOYÊ 
 
Li aliyê din Ayla Akat Ata jî bal kişandiye ser tecrîdkirina Ocalan û wiha gotiye: “Ji bo tecrîda li ser xwe bişkînin em hefteyê carekê du caran li cihê hewa girtinê stranên gelêrî dibêjin. Ez her şev stranan dibêjim, wê rojê min heman stranê got. Saet derdora 16’an bû, le ne saeta ku wan diyar kiribû. Wê rojê min dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bêserok jiyan nabe’ berz kirin. Em van sloganan berê jî û paşê jî berz dikin. Ez di wê baweriyê de me ku wê pêvajoyeke çareseriya demokratîk pêk were û Abdullah Ocalan jî wê piştevaniyê li vê pêvajoyê bike.” 
 
WÊ LI GARDIYANAN WERE GUHDARKIRIN 
 
Her wiha dadgeriya înfazê xwestiye û biryar daye ku li gardiyanan jî were guhdarkirin. 
 
Heke lêpirsîna derbarê 51 jinan de hatiye destpêkirin li Dadgeriya Înfazê neyê xerakirin, wê jin dozê bibin dadgehek bilindir Dadgeha Cezayê Giran û serlêdanê bikin. 
 
NAVÊ GIRTIYAN 
 
Navê girtiyên ku cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn û lêpirsîna wan hatiye kirin wiha ye: “Alev Yarar, Ayşe Topçu, Fatma Aslan, Leyla Uyanık, Mahide Şahin, Mehtap Kıyar, Nevroz Müçel, Nilüfer Şahin, Sariye Taikesen, Simanur Pamuk, Zerrin Yılmaz, Zeynep Sipcik, Arjin Yüksekbağ, Ayla Akat Ata, Dilan Aslan, Ayşe Yağcı, Berin Sarı, Bermal Birtek, Bircan Yorulmaz, Demet Resuloğlu, Dilan Oynaş, Dilber Tanrıkulu, Dilek Hatipoğlu, Dilek Yağlı, Elif Çetinbaş, Gülşan Adet, Hanım Yıldırım, Hicran Binici, Jiyan Ateş, Melike Kaya, Melike Göksu, Meryem Adıbelli, Mukaddes Kubilay, Mukaddes Kabak, Necla Yıldız, Nedime Yaklav, Nuriye Adet, Pervin Oduncu, Pınar Tikit, Rihan Kavak Özbek, Rojdan Erez, Rozerin Kurt, Saadet Akın, Sabite Ekinci, Sedef Demir, Selver İspir, Şermin Demirdağ, Özlem Demir, Süheyla Taş, Zeynep Bingöl, Servin Karakoç.”
 
MA / Zemo Aggoz