‘Medya di rewşa şer de zimanê nifrinê pêş dixe û pere qezen dike'

  • jin
  • 12:39 19 Sibat 2018
  • |
img

ENQERE - Gerînendeya Weşana Giştî ya Komeleya Lêkolîn û Ragihandina Jinê ya Uçan Supurge Selen Dogan, zimanê medya serdest a li ser şerê Efrînê pêş dixe rexne kir û got: "Medya di pêvajoya şer de zimanê nifrînê pêş dixe û li ser zimanê nifrînê pere qezenç dike." 

Gerînendeya Weşana Giştî ya Komeleya Lêkolîn û Ragihandina Jinê ya Uçan Supurge û Rojnameger Selen Dogan, zimanê medya serdest a li ser şerê Efrînê pêş dixe rexne kir. Selen Dogan bal kişand ser rola medya ya di serdema şer û ne wekheviya zayendî de û wiha got: "Ne wekheviya zayenda civakî, jin û zarokên keç ji civakê dûr dixe. Hemû firsendan ji destê wan digire û vê yekê wekî "Qeder" bi nav dike. Sedema ve yekê ya bingehîn jin û zarokên keç wekî “gef" û “risk” tê dîtin. Dema em li erdnîgariya ku şer lê heye binerin, dagirkerî û kirîzên ku destê mirovan pêş dikevin, an jî krîzên ku bi yek alî pêş dikevin, di navend8a wan de jin û zarokên keç hene. Em dibînin ku jin her demê wekî amûr tê dîtin." 
 
‘JIN CÎHANÊ TÊR DIKIN'
 
Dogan anî ziman ku bi taybetî di çandên wekî Tirkiye de newekheviya zayendiya civakî pêş dikeve û wiha berdewam kir: "Li Tirkiye ev rewş tê mezinkirin. Ji ber ku ev rewş bi mêrantiyê ve pêş dikeve. Ji mijandina şîr heta karkeriya zevî û çandiniyê, di hemû pêvajoyên jiyanê de em jin cîhanê têr dikin. Di hemû cîhanê de em tenê xwedî ji sedî 5'ê çavkaniyan in. Dema em behsa şer û tundiyê dikin, yên ewil dikevin bin bandorê jin in. 
 
‘HÊJ ZAROK IN FÊRÎ ÇEKÊ DIBIN'
 
Dogan, anî ziman ku îro newekheviya zayendiya civakî pir aşkere bi mêr û jinê didin çandin û wiha got: “Mêr hêj zarok in bi lîstikên bilgisayaran fêrî şer dibin. Farî lîstikên ku şer pêş dixin dibin. Hêz zarok in fêrî çekan dibin. Bi rêk û pêk fêrî şer û tundiyê dibin. Tundî êdî dibe wekî tiştekî asayî û ji rêzê. Jin jî weki karkera bê heq mezin dibin. Em dema kekan dipijînin jî fêrî sebrê dibin."
 
BANDORA MEDYA SERDEST LI SER NEWEKHEVIYÊ PIR ZÊDE YE
 
Dogan, da zanîn ku li Tirkiye cudahiya newekheviya zayendiya civakê pir zêde ye û wiha berdewam kir: "Hikûmeta welat bi rêve dibe û medya serdest, cudahiya zayendiya civakî pir mezin dike. Divê hikûmet jinê û zarokan bibîne û li gori wê polîtîkayan pêş bixe. Divê zaroka keç wekî jina malê neyê dîtin û mêr jî wekî endezyar neyê perwerdekirin." Dogan, xwest jin û mêr wek hev ji hemû perwerdehiyan sûdê bigirin. Dogan, bibîr xist ku yên tangan çê dike mêr in, lê yên bi tangan tên kuştin jin in. 
 
BANDORA MEDYA 
 
Dogan, bal kişand ser rola medya û pêşxistina cudakariya newekheviya zayendiya civakî û wiha berdewam kir: “Dema em rojnameyekê vedikin û lê dinerin, 
em dibînin ku ji sedî 80 berhemên mêr e. Ji sedî 2-3 jî berhemê jinê tê xuyakirin. Di malpera manşetê de şer, aboriya têk çûyî û nûçeyên qirêj tê dîtin. berhemê jinê zêde nayê dîtin. Hewldan û têkoşîna jinê nayê dîtin." 
 
‘MEDYA LI SER NIFRÎNÊ PERE QEZENÇ DIKE'
 
Dogan, herî dawî anî ziman ku medya cudakariyê û îhlala mafan zêde dike û wiha bi dawî kir: "Medya serdest bi taybetî di serdema xer û pevçûnê de zimanê nifrînê pêş dixe. Bi zimanê nifrîn û wêdekirinê pere qezenç dike û îxtîdara xwe zexm dike. Di operasyona Efrinê de zimanê medya zimanê bazarê ye. Şer bazar dike. Televizyon leşkeran wekî peqrewan nîşan didin. Ev şer dibe sedema kuştina gelek zarok, jin mirovên bê guneh. Dîsa dibe sedema kuştina sewalan û xwezayê. Tişta li vir pêş dikeve ne welatperwerî ye. Bazara şer e. Di mijara sûriye de zimanê nifrinê pêş dixin. 
 
HEVIYA MEDYA ALTERNATI HEYE 
 
Dema em dinerin em dibînin ku medya navendî û serdest êdî mîadê xwe tije kiriye. Mirovên ku her sibe radibin Rojnameya Sozcu û nivîsên Yilmaz Ozdîl dixwînin bêtir hesta nifrînê li wan zêde dibe. Ji ber ku zimanê dijminantiyê pêş dixe. Lê heviya medya alternatif jî heye. Ez dixwazim mafê min ê nûçeyan û azadiya nûçeyan bidin min. Li dijî vê yekê piştivanî pir girîng e. Ji bo em xwe ji zimanê mêrantiyê û şer rizgar bikin zimanê alternatif  û xurtkirina piştevaniyê pir girîng e. Heviya medya alternatif heye.  Dema hûn cihekî bombe dikin hûn li wir tenê mirovan nakujin. Hûn li wir hemû zindiyan dikujin. Ez van mijaran di navenda zayendiya civakî de dibînim."
 
MA / Dîren Yurtsever