Jinan piştgirî da Coşkun a di rojiya mirinê de ye

  • jin
  • 15:26 19 Sibat 2018
  • |
img

MÊRSÎN – Platforma Jinan a Mêrsînê diyar kir ku ew ê ji bo jina trans Dîren Coşkun a li dijî mafê xwe yê dermankirin û emeliyatê hatiye astengkirin dest bi rojiya mirinê kiriye 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê bidin destpêkirin.

Aktîvîsta Pêkhateya LGBT a Keskesor jina trans Dîren Coşkun a li Hejmara 2’an a Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye, li dijî mafê xwe yê dermankirin û emeliyatê hatiye astengkirin dest bi rojiya mirinê kir. Platforma Jinan a Mêrsînê ji bo Coşkun daxuyaniya piştevaniyê da. Civîn li avahiya LGBTÎ ya Mêrsînê pêk hat. Li ser navê Platformê endama Komeleya Heft Reng a LGBTÎ ya Mêrsînê Mihrîcan Zorlu Gunok axivî. Beriya daxuyaniyê aktîvîsta LGBTÎ Yagmur Arican ragihand ku ew ê ji bo piştevaniya Coşkun di rojên pêş me de 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. 
 
Aktivîsta LGBTÎ Gunok jî bal kişand ser çalakiya Coşkun û got: “Daxwazên Dîren daxwazên me ne. Rojiya mirinê bersiva li dijî tundiyê ye.”