Cenazeyê Garîbe Gezer ji nexweşxaneyê hat wergirtin û dişînin Mêrdînê

  • jin
  • 11:04 10 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Jinan cenazeyê Garîbe Gezer a bi awayek guman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da ji morgê wergirtin. 
 
Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 1’an a Tîpa F girtîbû bi îşkenceyek sîstematîk û destdirêjiyê re rûbirû mabû. Gezer duh bi awayek guman li hucreya lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. Jinan cenazeyê Garîbe Gezer ji Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê hat wergirtin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Komeleya Malbatên Girtiyan û rêveberên HDP’ê û gelek rêxistinên jinan çûn ber nexweşxaneyê û ji morgê wergirtin. Jinan dirûşma “şehîd namirin” berz kirin. 
 
 
Polîsan ji jinan re got "şehîda çi, şehîd mehîd tune ye" û xwest mudaxileyî jinan bike. Lê belê jinan li wan guhdar nekir û heta ber deriyê nexweşxaneyê dirûşm berz kirin û cenaze birin Balafirgeha Stenbolê. 
 
Cenaze wê îro li navçeya Kerborana Mêrdînê were veşartin.