TJA: Divê kesên ji mirina Gezer berpirsyar bên aşkerakirin

  • jin
  • 14:58 10 Kanûn 2021
  • |
img
MÊRDÎN - TJA’yê têkildarî mirina biguman a Garîbe Gezerê ya li girtîgehê daxuyanî da û wiha got: “Garibe bi tecrîda tê domandin hat kuştin. Divê bi lêpirsîneke bi bandor kesên berpirsyar demildest bên aşkerakirin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê bi awayekî biguman jiyana ji dest da li pêş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê daxuyanî da. Ji xeynî aktîvîstên TJA’yê, rêxistina HDP’a Mêrdînê, rêveberên DBP’ê, MEBYA-DER’ê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em ne di şînê de ne, serîhildidin, Garîbe Gezer nemir e” hat vekirin û ji xeynî wêneyên Garîbe Gezer dowizên “Em kujeran nas dikin” û “Em ê jiyana azad a jinê ava bikin” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglû axivî. Agaoglû, xwest ku hemû jin xwedî li têkoşîna Garîbe Gezer derkevin û wiha got: “Polîtîkayên zextan ên dewletê Garîbe qetil kirin.”
 
‘GARÎBE HAT KUŞTIN’
 
Pişt re Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Eylem Amak, diyar kir ku li girtîgehan demekî dirêje binpêkirinên mafan û mûameleya nebaş pêk tê û wiha got: “Sozên desthilatê yên herî mezin girtîgehên bi tîpên nû ne. Piştî girtîgehên tîpên F, T, ewlehiya bilind herî dawî tîpên S derketin pêşberî me. Di demekî rêgezên mirovî hatine rawestandin de Garîbe Gezer hat qetilkirin.” 
 
‘BILA BERPIRSYAR HESAB BIDIN’
 
Amak, bi lêv kir ku Gezerê herî dawî di hevdîtina telefonê de ji malbata xwe re gotiye baş e û wiha berdewam kir: “Parêzerên ku xwestin berpirsyarên vê êşê tespît bikin hem di pêvajoya otopsiyê hem jî di ketina girtîgehê de astangî ji wan re hatiye derxistin. Her çibe tiştê hatiye veşartin, berpirsyar li wê derê ne. Ji bo ku kesên berpirsyar hesabê bidin, divê hemû berpirsyarên li girtîgehê ji peywîrê bên girtin û derbarê wan de lêpirsîneke bi bandor bê bi rê ve birin.”
 
BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Amak, dazanîn ku Garîbe nemiriye, hatiye kuştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku hemû berpirsyar bên aşkerakirin, em herkesê vedixwînin berpirsyariyê bigirin û hestiyar bin.”
 
‘GIRTIYÊN JIN NE BI TENÊ NE’
 
Amak, pirsgirêkên tenduristiyê yên Aysel Tûglûk a di heman girtîgehê de tê ragirtin jî bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Saziya Tiba Edlî weke biryarên beriya niha di biryara Tûglûk de jî helwesteke siyasî nîşan dide. Di serî de girtiyên nexweş, hemû jinên weke rehîneyên siyasî tên ragirtin, em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe ji girtîgehan derxînin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” û tilîliyan bi dawî bû.