Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin

  • jin
  • 14:49 11 Kanûn 2021
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew mirina Garîbe Gezer a ku bi rengekî sîstematîk êşkence lê hatiye kirin weke 'xwekuştinê' qebûl nakin û got: “Berpirsyar wê teqez hesab bidin.” 

Parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk û Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê de li Meclîsê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de jinan wêneyên Gezer û Tûglûk hilgirtin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê  Ayşe Acar Başaran di daxuyaniyê de axivî.   
 
 
Başaran dazanîn ku ev demeke dirêj e girtîgehên Tirkiyeyê wekî salên 80’ê ne û wiha got: “Em vê yekê her tim tînin ziman lê guhên xwe digirin. Garibe bi awayekî bêhiqûqî di hucreya yekkesî de hat girtin. Ji ber îtiraz kir ew xistin odeya bisunger. Berê jî Garibeyê name şandibû û me ev yek li Meclîsê jî anîbû ziman. Em mirina jineke bi muameleya ne baş ber bi mirinê ve çû, wekî 'întihar qebûl nakin'. Ev pêkanînana mîna salên 80'î ne.”
 
‘WÊ LI PÊŞBERÎ HIQÛQÊ TEQEZ HESAB BIDIN’
 
Başaran, qala pêvajoya wergirtina cenazeyê Gezer jî kir û wiha berdewam kir: “Garîbe jiyana xwe ji dest da. Parêzer ji bo cenazeyê wê bigirin çûn morgê lê hatin derbkirin, polîsan bi gotina ‘cenazeyê xwe jî bibin û herin ulen’ heqaret kirin. Ev jî têra wan nekir. Cenaze li Mêrdînê 2 saet û nîvan hat sekinandin. Dijminatî bi dawî nabe. Wesayîta cenaze ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat lê polîsan paş ve vegerand û ji malbatê re gotin ‘bi derfetên xwe cenaze bigirin’. Ev dîmen weke tabloya şermê ya Tirkiyeyê di rojevê de cihê xwe girt. Ew kesên ku ev wêne derxistin holê bila baş bizanin ku wê li pêşberî hiqûqê teqez hesab bidin. Lê ev jî têra wan nekir. Ji kesên ku çûn cenazeyê Garîbeyê li goristanê defin bikin tenê 50 kes wergirtin.”
 
‘BERPIRSYAR DESTHILAT E’
 
Başaran, bal kişand ser binpêkirina mafan ên li girtîgehan û wiha berdewam kir: “Îro bi sedan girtiyên nexweş, ji ber polîtîkayên dijminatiyê yên dewletê li girtîgehan tên girtin. Aysel Tugluk hevseroka KCD'ê bû. Rewşa wê her ku diçe xirabtir dibe. Berpirsyarê vê desthilat e. Fakulteya Tipê ya Kocaeliyê di 12’ê Tîrmehê de derbarê Tûglûkê de biryarek da û tespît kir ku Tûglûk ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Piştî sê mehan Saziya Tiba Edlî weke girtiyên din ên nexweş, bi awayekî siyasî nêzîk bû û biryar da ku Aysel Tûglû dikare di girtîgehê de bimîne. Em ji vir careke din bang li desthilatê dikin û dibêjin: Dev ji bêhiqûqiya hûn dikin berdin. Aysel Tûglûk wijdana civakê ye. Demildest wê û girtiyên din ên nexweş berdin. Em bang li hemû jinan dikin û dibêjin werin bibin dengê Ayselê û li dijî vê bihiqûqiyê têkoşîneke hevpar em bi rê ve bibin.”