Li Mêrdînê jinek hat kuştin

  • jin
  • 15:32 11 Kanûn 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê, jina bi navê Cahîde Can a dayika 4 zarokan ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. 

 
Li gundê Dêmira yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê, zilamê bi navê Sabrî Can, hevjîna xwe ya Cahîde Can (35) kuşt. Piştî bûyera ku duh êvar pêk hatiye faîl ji cihê buyerê reviyaye. Hat diyarkirin ku Can dayika 4 zarokan e. Piştî otopsiyê cenazeyê Can li gundê Dêmira hat veşartin.