Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn

  • jin
  • 16:50 11 Kanûn 2021
  • |
img
RIHA - Jinan, ji bo Garîbe Gezer a di encama îşkenceyeke sîstematîk de li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Pirsûsê bernameya bîranînê li dar xistin. 
 
Jinan li navçeya Pirsûsa Rihayê, ji bo Garîbe Gezer a di encama îşkenceyeke sîstematîk de li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da, li avahiya HDP’a Pirsûsê bernameya bîranînê li dar xistin. Endamên rêxistina HDP’a Pirsûsê, Meclîsa Dayikên  Aştiyê ya Pirsûsê beşdarî bîranîna ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de hat lidarxistin bûn. Jinan li eywana ku bîranîn lê pêk hat pankartên “Hevrê Garîbe Gezer nemir e” û “Jin aştî dixwazin” daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtînê dest pê kir. Jinan li ser maseya ku wêneyê Gezer li ser bû find vêxistin û qûrnefîl danîn ser maseyê. Kesên beşdarî bîranînê bûn, bi wêneyên Gezer peyama “Em kujerên Garîbeyê nas dikin” dan. 
 
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.