Jinan serdana şîna Gezer kir

  • jin
  • 16:55 12 Kanûn 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Bi sedan jin serdana şîna Garîbe Gezer a ku bi awayek guman li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da kirin. 

Serdanên ji bo şîna Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê jiyana xwe ji dest da berdewam dike. Şîna Gezer li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatiye dayîn. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amed, Mêrdîn, Riha û Şirnexê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û bi sedan jin serdana şînê kirin. 
 
Dayika Gezer, Halîme Gezer jinên hatin serdanê pêşwazî kir. Halîme Gezen got: “Garîbe keça min bû lê êdî ew buka Kurdistanê ye. Ew ne Garîbeya min, Garîbeya we hemûyan e. Keça min li hember îşkenceyê bêdeng nema.” 
 
Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîxan Agaoglu jî di serdanê de axivî û got: “Em ê xwedî li berxwedana Garîbe derkevin. Bijî berxwedan û têkoşîna jinên kurd.” 
 
Jinên serdana şînê kirin bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" berz kirin.