Zilamekî li Şirnexê jinek qetil kir

  • jin
  • 10:10 13 Kanûn 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Li Şirnexê jina bi navê O.Ç., ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat qetilkirin. 

Jina bi navê O.Ç. ku li Taxa Bahçelîevler ya Şirnexê rûdinişt, ji aliyê hevjînê xwe yê kevin M.B. ku beriya 6 mehan ew berdabû ve rastî êrişê hat. Piştî ku cîranan dengê qîrîna O.Ç bihîstin û agahdar kirin, polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. O.Ç. ya tîmên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da. 
 
Polîsan êrişkar M.B. binçav kirin.