Li Rihayê jinek hat kuştin

  • jin
  • 11:06 13 Kanûn 2021
  • |
img
RIHA - Li navçeya Halîliye jinek bi navê Selva El Hinedi (22) ya ji Sûriyê ji aliyê nasnameya wan nediyar ve hat kuştin. 
 
Li taxa Yeşîldîrek a navçeya navendî Halîliye ya Rihayê jinek bi navê Selva El Hinedi ya ji Sûriyê bi êrişekê re rûbirû maye. Kesên êrişî El Hinedi kirin ji cihê bûyerê reviyan û li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Xebatkarên tenduristiyê diyarkirin ku El Hinedi jiyana xwe ji dest daye û piştî lêkolîna cihê bûyerê cenaze rakirina morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. 
Hat zanîn ku êrişkar reviyan e û hêj nehatine girtin.