‘Bila faîlên Gezer bên aşkera kirin û cezakirin’

  • jin
  • 17:06 13 Kanûn 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê mirina Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da weke cînayetê pênase kir û xwest bûyer bê lêkolînkirin û berpirsyar bên cezakirin 
 
Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê jiyana xwe ji dest da û rastî îşkence û destdirêjiya sîstematîk hat, li komeleyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Endama Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Cemîle Karakaya diyar kir ku daxuyaniya “xwekuştinê” ya rayedaran a derbarê Gezer de ne pêbawer e. 
 
ÎNTÎHAR NÎNE CÎNAYET E
 
Karakaya, xwest ku giliyê gardiyan û bijîjkê girtîgehê were kirin û wiha got: “Garîbe Gezer piştî îşkence û tecawiza sîstematîk întîxar kiribe jî, divê sedemên ku rê li ber întiharê vekiriye bên lêkolînkirin. Divê ev jî bê zanîn ku ev cînayet e, ne xwekuştin e.” Karakaya, diyar kir ku mirinên li girtîgehên di bin kontrola dewletê de nikarin xwezayî bên dîtin û wiha berdewam kir: “Ev hemû binpêkirinên mafan piştî mirina wê jî berdewam kirin û bêyî ku li benda parêzerên wê bimînin otopsî hate kirin. Binpêkirina mafan di her şert û mercî de dewam kir.” 
 
DIVÊ BERPIRSYAR BÊN CEZAKIRIN
 
Karakaya destnîşan kir ku Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Destûra Bingehîn îşkence, helwestên ne însanî yan jî biçûkxistinê qedexe dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo sepandina êşkenceyê tu rewşeke îstîsnayî nikare were rewakirin. Weke jinên parêzvanên mafên mirovan, em bi lezgînî daxwaz dikin ku ev mirina bi guman a bi navê xwekuştinê bê aşkerakirin, lêkolîn bê kirin, berpirsyar tavilê bên aşkerakirin û cezakirin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehên di bin kontrola dewletê de bên tespîtkirin, pêşî li wan bê girtin û sedemên rê li ber mirinê vedikin ji holê bên rakirin.”