Jinên HDK'î kampanya 'gotina jinan esas e' dan destpêkirin

  • jin
  • 14:30 15 Kanûn 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Jinên HDK'î kampanya "Gotina Jinan Esas e. Zilam Neçar e Berovajiyê Isbat Bike" dan destpêkirin û gotin ku piştevaniya xwe ya bi jinên ku li vê prensîbê xwedî derkevin re mezin bikin. 
 
Meclisa Jinan a HDP'a Îzmîrê, li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê bi civîneke çapemeniyê bi şîrara "Gotina Jinan Esas e. Zilam Neçar e Berovajiyê Isbat Bike" kampanyayek da destpêkirin. Di civînê de Berdevka Meclisê Newroz Çelîk daxuyanî da û diyar kir ku ji ber jinên heqîqetê tînên ziman di hedefa zilam û dewletê de ne û wiha got: "Tevgera ME-Too careke din nîşan da ku tu qad ji jinan re ne ewle ye. Zilamekî mirov bibe kefîlê wî tune ye. Prensîbe 'Gotina jinan esas e' ku yek ji destkeftiyên girîng ên azadiya jinan e. Li her derê em li gorî vê prensîbê tevdigerin. Di lêpirsînên jinan de ji bo destpêkê gotina jinê weke prensîb tê qebûlkirin."
 
Di berdewamê de Çelîk, destnîşan kir ku bi armanca pêşîgirtina tundiyê kampanyayê dane destpêkirin û ev tişt anî ziman: "Divê têkoşîn li her derî be. Bi zanebûna piştevanî û têkoşîna xwe em prensîba "Gotina Jinan Esas e" ji nîqaşê re vedikin. Heke gotina jinê bihata guhdarkirin wê ne Garîbe Gezer ne Fatma Demîrel ne jî xwişkên me yên ku beriya niha me wan winda kiribû winda bikira. Bi kampanyayê re em ê bêtir li prensîba "Gotina Jinan Esas e" xwedî derkevin û piştevaniya jinan mezin bikin."
 
Daxuyanî bi dûrişmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.