Jinan bertek nîşanî kelûpelên paqijiyê da: Ped ne luks e, pêdivî ye

  • jin
  • 09:11 16 Kanûn 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanî zêdekirina kelûpelên paqijiyê dan û gotin: “Êdî em nikarin bikirin. Ped ne luksek e, ew hewcedariyek bingehîn e.” 
 
Bi kûrbûna krîza aborî re ya li Tirkiyeyê, şert û mercên jiyanê jî bihatir dibin û êdî xelk bi pîvanî nêzî kirînê dibe. Zemên li ser hev tên bandorê li ser kelûpelên menstruel ên ku ji hêla jinan ve têne bikar anîn jî dike. Bi buhabûna buhayan re pakêta pedên hîjyen ku ji 20 heban pêk tê û tên firotin derketiye 45 lîreyên tirk. Bi taybetî jî ji sedî 80’ê jinan û zarokên keç ku di nava xizaniyê de dijîn nikarin xwe bihînin kelûpelên paqijiyê. 
 
Jinan li ser medya dîjîtal parvekirinan kirin û destnîşan kirin ku bi bac û bihayan nikarin pedan bikirin, divê bi tevahî belaş û berdest be. Rêxistinên jinan bertekên xwe bi gotinên "Ped ne luks e, pêdiviyek e”, “Ev zem li hember pêdiviyên bingehîn ên jinan û mafê tenduristiyê êrişek e” anîn ziman. Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPa) vê daxuyaniyê da: “Li Tirkiyê kelûpelên regle ne tiştek luks e, pêdiviyek bingehîn e. Li Tirkiyeyê ji sedî 18 bac li ser van berheman tê sepandin. Bi zêdebûna bihayan re, bi taybetî ji bo komên xizan ev pêdiviya bingehîn bi temamî nemaye. Divê gavên lezgîn bên avêtin. Di vî warî de were girtin, divê ev kelûpelên regle li her derê her kes xwe dikaribe bigihînê.” 
 
PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ ZÊDE DIBIN 
 
Zîlan Tayboga (22) diyar kir ku pergala heyî ji bo hewcedariyên bingehîn ên jinan jî kota bi xwe re tîne û gelek jin ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê neçar man pedên hîjyenê bi qasî mehekê bikar bînin, lê bi zeman re êdî nikarin xwe bigihînin van kelûpelên biha. Tayboga wiha got: “Ji berk u bihayê pedan pir biha bûne jin neçar in pedên herî erzan bikirin. Ev rewş pirsgirêkên tenduristiyê girantir dike. Jinên ku nikarin debara xwe bikin serî li rêbazên din didin. Ji ber vê yekê ew neçar e ku peçeteyan bikar bîne. Em dixwazin ku bihayê bacê yê KDV’ê yên li ser pedan bi temamî were rakirin û ev kelûpelên paqijiyê yên jinan bêpere bidin jinan. Divê em li hember vê bihabûna pedan serê xwe rakin.” 
 
PEÇETE Û PEMBÛ BIKAR TÎNIN 
 
Denîz Agaç (17) diyar kir ku ji ber bihabûnên zêde neçar mane berhemên nebaş bikirin û wiha got: “Divê ku ped ewqs ne biha bin. Berhemên ku em bikar tînin yek ji hewcedariyên me yên herî bingehîn in. Divê dewlet van berheman bi temamî bêpere bide û bac jê neyê girtin. Ma jinên ku di warê aborî de rewşa wan nebaş e û nikarin pedan bikirin, li şûna vê peçete an jî pembû bikar tînin.” 
 
NE LUK E, PÊDIVÎ YE 
 
Yudum Kiliç (20) a xwendekar jî destnîşan kir ku kelûpelên ku ji bo reglê bikar tînin pêdiviyek bingehîn e û got: “Regl tiştek xwezayî ye. Di serdema pandemiyê de jî firotina pedan hat qedexekirin. Em li dijî wê bûn jî. Divê kelûpelên paqijiyê ku ji bo me pêdiviyek bingehîn e bêpere bidin jinan. Ev ne tiştek luks e, tiştek pêdivî ye. Em ketine serdemek ku jinek nikare pedan bikire. Jinên ku nikarin van pedan bikirin, nikarin biçin kar.” 
 
DIVÊ BÊPERE BE 
 
Hêlîn Randa a 19 salî jî destnîşan kir ku ew wek xwendekarek nikare êdî pedan bikire û got: “Dema ez regl bûm, pir fikirîm. Min got ez ê çi bikim, çawa bikim û çawa bikirim. Bihabûna van hilberînan rewşek sîstematîk e. Li şûna ku ped bêpere bin û jin li her derê xwe dikaribin bigihîninê, lê her tim tên bihakirin. Em dikarin di vê serdemê de hev bigirin û çareseriyê biafirînin. Em dixwazin ped û hemû kelûpelên paqijiyê bêpere bin û her kes dikaribe xwe bigihîneê.” 
 
MA / Ozlem Yayan