Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin

  • jin
  • 14:20 16 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Li Amedê, parastvanên mafên jinan, derbarê mafên xwegihandina edaletê ya jinan de belavok belav kirin. 
 
Di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de endamên Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Odeya Bijîjkan a Amedê  û Komeleya Jinan a Rosayê, belavokên bi sernavê "Mafê Xwegihandina Jinan a Edaletê" belav kirin. Jinên ku li Qada Şêx Seîd li hev kom bûn, li kûçeyên Sûrê belavok belav kirin. Jinan eleqeyeke mezin nîşanî belavokan da. Jinan ji kesên ku belavok dan wan re gotin ku di rewşeke lezgîn de dikarin xwe bigihînin wan û nimreyên xwe dan wan.