Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'

  • jin
  • 09:11 17 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Sibê dê li Amedê mîtînga "Em nikarin debara xwe bikin" bê lidarxistin. Jinên sendîkayî ji bo mîtîngê bang kirin: "Em ê pirsgirêkên xwe yên jiyanî li qadan biqîrin." 
 
Konfederasyona Send,kayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) dê bi dirûşmeya "Em nikarin debara xwe bikin! Ji bo budçeyeke mirovî, ehlê kedê û gel milo bi mil" di 18'ê Kanûnê de li Amedê û Îzmîrê û di 19'ê Kanûnê de jî li Stenbol û Enqereyê mîtîngan li dar bixe. Amadekariyên ji bo mîtînga li Amedê didomin. Mîtîng dê li Qada Stasyonê bê lidarxistin. Endamên jin ên sendîkayê ji bo mîtîngê bang kirin. 
 
ÊN HERÎ ZÊDE XIZAN BÛNE
 
Sekretera Jin a Egîtîm Sen a Amedê Ezgî Çelîk, bal kişand ser krîza aborî û got: "Xizaniyeke ku her diçe zêde dibe heye. Bêmîsogerkirina kesên dixebitin û kadrobûyîna derdorekê heye. Û hin derdor jî hene pirsgirêkên wan ên ku xwe nagihînin mafên xwe hene." Çelîk, diyar kir ku krîz herî zêde bandorê li kedkarên cemaweriyê dike û got: "Ji ber pergala kapîtalîst û baviksalarî jin wekî hêza kedê ya erzan tên hesibandin. Di hemû pêvajoyên neyînî de yên herî zêde xizan dibin jin in. Ev di dema pandemiyê de pir aşkere bû." 
 
DAXWAZÊN JINAN
 
Çelîk, destnîşan kir ku daxwaza wan budçeyeke li ser asasên wekheviya civakî ye û got: "Em dixwazin ku ji bo perwerdehî, tendurîstî û jiyanê hîn bêtir budçe bê veqetandin. Em ji bo hemû mirovên dahata wan tune ne temînateke sereke dixwazin. Divê budçeyeke li ser esasên deng û rengê jinê bê çêkirin. Em jin em ê wê rojê li qadê ji bo budçeyeke li ser esasê zayendiya civakî, jiyaneke ewle biqîrin. Helbet dê daxwazên me aborî bin, lê em ê li qadê pirgsirêkên xwe yên jiyanî jî biqîrin." 
 
KRÎZ Û JIN
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak jî anî ziman ku bi milyonan mirov di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn û her diçe mesref zêde dibin û tişt biha dibin. Orak, destnîşan kir ku di krîzên bi vî rengî de ên herî zêde ji bo jiyanê têdikoşin jin in. Orak, bilêv kir ku jin bi heqdesteke erzan û newekhev tên xebitandin û got: "Jinên tu dahateke wan tune ye mehkûmî malê tên kirin. Jinên fikarên wan ên aborî hene, têkoşîna ji bo azadiyê ji rojeva xwe derdixe, tenê mehkûmî debarkirinê tê kirin. Ev astengiyeke mezin e li ber têkoşîna jinê." 
 
BUDÇEYEKE LI SER ESASÊN ZAYENDIYA CIVAKÎ
 
Orak, da zanîn ku dê bi pankarta li ser "Divê budçeyak li ser esasên zayendiya civakî pêk bê" nivîsandî biçin qada mîtîngê û ji bo mîtîngê bang li her kesî kir. Orak got: "Divê di her saziyê de budçeyeke ji bo vê hebe, divê her sazî ji bo perwerdehiyên têkildarî vê mijarê budçeyê veqetîne. Heya ev têgih li welatekî rast neyê bikeyskirin dê ew civak azad nebe. Pêşketin û azadbûna civakê bi azadiya jinan pêkan e. Dê têkoşîna me ya li dijî kesên bi hinceta krîza aborî îstihdamkirina jinê asteng dikin û jinê hepsî malê dikin bidome." 
 
MA / Eylem Akdag