Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin

  • jin
  • 09:11 17 Kanûn 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Endezyarên jin ên endamên ÎMO'ya Şaxa Îzmîrê, bi projeya "Jinên Baretspî" feraseta şantiyeyên zayendparêz dişikînin. Di projeyê de pwerdehiya ji bo zayendiya civakî tê dayîn û tê xwestin rêjeya endezyarên jin berbiçavtir bibe û wekhev bin. 
 
Endezyarên jin ên endamên Odeya Endezyarên Înşeatê ya Şaxa Îzmîrê (ÎMO), ji bo li şantiyeyan serdestiya mêran bişikînin û endezyarên nû mezûn bûne bi xwebawerî daxilî nav kar bnibin di sala 2019'an de projeya "Jinên Baretspî" dan destpêkirin. 
 
Seroka ÎMO ya Şaxa Îzmîrê Eylem Ûlûtaş Ayatar behsa projeyê kir. 
 
Ûlûtaş, anî ziman ku fikira vê projeyê tim di serê wan de hebûye û 3 sal berê dane destpêkirin. Ûlûtaş, bilêv kir ku fikir û dîtinên xwe yên têkildarî cihêkariya ku endezyarên jin bi wan re rû bi rû dimînin veguherandine projeyekê û got: "Me û komîsyona xwe ya jinan biryar da. Ji bo xwendekarên nû bi vê cihêkariyê re rû bi rû nemînin me projeya 'Jinên Baretspî' da destpêkirin." 
 
ŞANTIYEYÊN ZAYENDPARÊZ
 
Ûlûtaş, bilêv kir ku li şantiyeyan gelek pîşe wekî "pîşeyên mêran" tên nîşandan û endezyarên înşeatê jî wekî pîşeyeke mêran tê dîtin. Ûlûtaş, destnîşan kir ku ev yek têkildarî rolên li jin û mêran tên barkirin bixwe ye û gava jinê pîşeya xwe dibijêrin, dixwînin û dixebitin tim bi çewisandinê re rû bi rû dimînin. 
 
JI 130 HEZAR ENDEZYARAN JI SEDÎ 11 JÊ JIN IN
 
Ûlûtaş, da zanîn ku hejmara endezyaran di ser 130 hezarî re ye, lê belê ji van endezyaran tenê ji sedî 11 jê jin in û li zanîngehan jî hejmara xwendekarên jin ji sedî 10 e. Ûlûtaş got: "Yanî hê em di destpêkê de bi pirsgirêkên wekî 'Çi karê te bi vê pîşeyê heye? Çima tu li şantiyeyê dixebitî?' re rû bi rû dimînin. Li dibistanan jî bi awayekî qerfî dibêjin 'Çima tu li vira yî? Gava tu mezûn bibî tu yê çi bikî?' Di beşên endezyariyê de hejmara jinan kêm e û yên heyî jî bi gotinên wisa re rû bi rû dimînin." 
 
PERWERDEHIYA ZAYENDIYA CIVAKÎ
 
Ûlûtaş ku got "Bi rastî jî ev proje pêdiviyek bû. Cara ewil e em ev qas endezyarên jin li cem hev du dibînin" anî ziman ku nêzîkatiya xwendekaran a ji bo projeyê û ji bo odeyê ew kêfxweş kirine. Ûlûtaş got: "Em di sala 3'yan de ne. Ez dibînim ku em bi heman kelecanê dest pê dikin. Em di çarçoveya projeyê de di warê teknîkî û zayendiya civakî de perwerdehiyê didin xwendekaran û alîkariya wan dikin. Armanc hay ji cihêkariyê hebin. A girîng gava leqayî vê cihêkariyê bibe li ber wê rabe. Yanî em wê hêzê didin wan. Hêla herî girîng a vê projeyê jî perwerdehiyên wekheviya zayendiya civakî ne. Bi awayekî girîng tevkariya xwendekaran dike. Me bi vê projeyê dît ku xwendekarên me diguherin. Ev dibe hêz. Gava mirov bi vê hêzê tevbigere, xwebawerî jî zêde dibe. Her diçe jî zêdetir dibe." 
 
FERASETA HEYÎ DIŞIKÎNIN
 
Ûlûtaş, diyar kir ku armanca wan a herî mezin ew e ku ev proje berbelav bibe û bi taybetî jî odeyên din jî projeyên bi vî rengî pêk bînin. Ûlûtaş got: "Bi taybetî divê endezyarên jin xwedî li vê projeyê derkevin. Em li cihê kar û li şantiyeyan çi qasî zêde bin, em ê bi rihetî karibin vê ferasetê bişikînin." 
 
'ZAYENDA PÎŞEYÊ TUNE YE'
 
Ûlûtaş, bilêv kir ku ev projeyeke ÎMO'yê ye lê belê di heman demê de projeyeke ku ji bo wekheviya zayendiya civakî xwedîgotin e jî û got: "Madem nîviyê cîhanê em in, nexwe divê em wekhev bin. Em dibêjin zayendiya endezyariya îneşatê tune ye û em vî karî bi mêjiyê xwe dikin. Em li heman dibistanan dixwînin û em dikevin heman ezmûnê. Lewma divê em di şert û mercên wekhev de vî akrî bikin. Di vî warî de divê xwendekarên jin bi tirs nêzî vê nebin û bi xwe bawer bin. Em ê tim li cem wan bin." 
 
MA / Ozlem Yayan