Li Licê jineke ducanî hat girtin

  • jin
  • 14:10 17 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Li navçeya Licê jina bi navê Nazan Zengîr ku ducanî ye û zarokeke wê ya du salî jî heye, ji ber cezayê wê hatiye erêkirin, hat girtin. 
 
Nazan Zengîr a li navçeya Licê ya Amedê dijî û duh hatibû binçavkirin, ji ber cezayê wê yê dosyaya di sala 2014'an de jê dihat darizandin, hatiye erêkirin, hate girtin. Zengîr, birin Girtîgeha Jinan a Amedê. Li gorî nûçeya JINNEWS’ê hat diyarkirin ku Zengîr ducanî ye û zarokeke wê ya 2 salî jî heye.