Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn

  • jin
  • 09:26 18 Kanûn 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Halîme Înan, keça dayika Taybet Înan ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma destnîşan kir ku helbet wê roj bê û hesabê vê bê pirsîn. 

6 sal di ser qedexeya derketina derve ya di 15'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû ragihandin derbas bû. Di vî 6 salî de gelê Şirnexê hewl da birînên xwe bicebirîne û tiştên wê demê qewimîn hê jî wekî niha li ber çavê wan e. 
 
Li Silopiyayê ku qedexeya derketina derve 38 rojan domand, di dema qedexeyê de 68 kes jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Yek ji van kesan jî dayika Taybet Înan bû. Înan di roja 5'an a qedexeyê de tevî tiyê xwe Yûsûf Înan hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû sekinandin. Her wiha piştî wê keça wê Heznê Înan a 22 salî jî li Cizîrê di "jêzemîna avahiyekê" de tevî gelek kesan hatibû qetilkirin.
 
Halîme Înan, keça dayika Taybet Înan, behsa wê demê û dayika xwe kir û parêzerê malbatê Ramazan Bîrlîk jî behsa pêvajoya lêpirsînê kir.
 
 
'JI BÎR NAKIM'
 
Keça wê Halîme Înan diyar kir ku wê tu carî wê roja ku dayika wê jiyana xwe ji dest da ji bîr neke. Înan got: "Çend roj beriya wê bûyerê dêya min hat mala me. Ji min re got, 'Çima hûn heya vê saetê raketine? Şerekî gelek mezin heye, rabin ser xwe.' Ji min re got, 'Feqîr û jar hemû wê bimirin û yek namîne. Yê ku sax bimîne wê dewlemend bin. Her kes çû kesek nema. Heger ez bimirim şîna min negire. Li zarokên xwe binêrin.' Piştî van gotinan çû. Got, 'Ez ê biçim malê bavê te tenê ye.' Min kir û nekir qaneh nebû ku li malê bimîne. Rojek di ser re derbas bû, dîsa hat mala min. Ev cara wê ya dawî bû. Di êvara wê rojê de gotin li pişt avahiya mala bavê min teqîn çêbûye. Min bawer nedikir. Min xwest biçim mala bavê xwe. Lê ji ber şer û pêvçûnan ez nikaribûm biçim. Min di dilê xwe de digot, 'jarê dayika min ka niha di çi rewşê de ye.' Min nedizanî ku cenazeyê dêya min li kolanê ye û kes nîne wê rake. Min çi agahî ji mala bavê xwe nedigirt. Min ew qas digot, dayê, bavo kesî ez nedibihîstim."
 
Înan, anî ziman ku paşê bi awayekî xwe gihandiye mala dêya xwe û gava çûye çav bi cenazeyê dêya xwe yê li nav kolanê ketiye û got: "Ew qas xweşik razayî bû, mîna ku gotibe ez ê ji xwe re rakevim."
 
Înan, destnîşan kir ku dêya wê tim di dilê wan de ye û wê tu carî wê ji bîr nekin û got: "Heya em sax bin em ê dev ji doza wê bernedin. Sê caran ez bi ala spî çûm ku cenazeyê dêya xwe ji erdê rakim. Lê gule reşandin û nehiştin biçim. Cara sêyê min ala spî rakir. Vê carê gule li ala spî reşandin. Wê demê apê min jî birîndar bû. Me apê xwe bir  jêrzemîna malê. Birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Ma ez ê çawa wê rojê ji bîr bikim?" 
 
DI HEMAN HEFTÊ DE ŞÎNA DAYIK Û KEÇA WÊ...
 
Înan, diyar kir ku xwişka wê û dêya wê bi heman rêbazî hatine qetilkirin û got: "Cenazeyê dêya min 7 rojan li kolanê ma û me nikaribû wê rake. Heta ez sax  bim ez ê tu carî ji bîr nekim. Em kengî keyfxweş dibin dêya me tê bîra me û weke ku me qebehet kiriye, pişt re dîsa diêşin. Ez qet naxwazim di van kolanan re re biçim û bêm." Înan, bibîr xist ku xiwşka wê Heznê jî li Cizîrê di jêrzemîna avahiyekê de hatiye qetilkirin û got: "Piştî ku dêya min jiyana xwe ji dest da, nêzî mehekê Heznê jî di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin. Me di heman hefteyê de şîna wan herduyan girt. Di serî de me nedizanî ku jiyana xwe ji dest daye. Weke cenazeyê diya min em bi rojan, mehan benda cenazeyê wê jî man. Gora Hiznê 100 metre dûrî gora diya min bû. Lê me nedizanî ku gora Heznê ye. Li ser gora wê cenazeyê bêkesan nivîsandibûn. Piştî DNA'yê cenazeyê Heznê derket. Me nexwest em cenazeyê wê derxin. Ew jî di dilê min de ma. Min pir dixwest ku xwîşka xwe bibînim, lê min ew nedît. Ne sax, mirî hat kelêka dêya min."
 
'DAYIKA MIN 3 ROJAN PERÇEYÊN WAN DIGERÎ' 
 
Înan, da zanîn ku di sala 1993'yan de jî xwîşk û birayê wê hatine qetilkirin û tişta ku dêya wê kişandî tu kesî nekişandiye. Înan got: "Di sala 1993'yan de ez hê zarok bûm. Di wê salê de ew qas şer û pêvçûn tune bûn. Wê demê li nava bajêr 2 endamên PKK'ê hatin kuştin. Ev bûyer jî li biniya bajêr çêbû. Mala me jî li serê bajêr bû. Dinya mij bû. Zarok derketin derve. Her kesî pezê xwe berdabû derve. Dêya min li zarokên xwe yên derketibûn derve digeriya, nerihet bû. Me got zarok in dibe ku çûbin dikanê. Dêya min li her derê pirsî, lê zarokên xwe nedîtin. Dêya min kir û nekir zarokên xwe nedîtin. Di dawiyê de berê xwe dide milê taxê yê dîtir. Lê dinêre leşker û polîs hemû li wir kom bûne. Li wir du caran li ser hev teqîn çêbû. Me nedizanî ku mayin teqiyaye. Me digot dewletê berdaye çiyê. Dêya min hin zarokan li wir dibîne û bang li wan dike, şekir dide wan û dibêje bang li Esmer û Botan bikin bila bên malê. Lê zarok ji wê re dibêjin, 'Xalet hikûmet nahêle ku tu kes bi wî aliyî ve biçe.' Ew qas teyrik li wir kom bûbûn, hawar e. Derdikeve holê ku ew teyrik li ser goştê wan zarokan kom bûne. Lê dîsa jî dêya min nedizanî. Herî dawî dêya min diçe cihê bûyerê û ji leşkeran re dibêje, 'We çi zarok neditîne?' Leşker dibêjin, 'Zarokên we bi wî aliyî ve çûne, ji xwe re dilîzin.' Qîma dêya min nayê û dixwaze biçe cihê bûyerê. Lê leşker derdora dêya min digirin û nahêlin derbas bibe. Dêya min ji wan re dibêje, 'Hûn çi bikin jî ez ê zarokên xwe bibînim.' Wisa dibêje û di bin lingê wan de derbasî wî aliyî dibe. Leşkeran nikaribû bi dêya min û ji nêçariya xwe bang li leşkerekî kurd kirin û ew hat tercûmanî kir. Leşker ji dêya min re dibêje, '7 zarok wenda ne?' Dêya min jî erê dike. Leşker jê re dibêje here emnîyetê pirsa zarokên xwe bike. Dêya min diçe emnîyetê. Ew teyrik bala dêya min dikêşin. Hê nizane ku ew teyrik ji ber perçeyên goşt herîkine li wir. Xwezî wê demê li wir dîmenkêş hebûya ku ew kişandibûna. Cenazeyên wan zarokan jî 3-4 rojan li erdê man. Dayika min 3 rojan li perçeyên zarokên xwe digeriya. Heta ku me perçeyên wan kom kirin gelek wext derbas bû. Her 7 zarok me kirin heman goristanê. Me perçeyên wan berhev kirin û kirin poşet û di heman goristanê de veşartin. Me ne şûştin û ne jî veşûştin. Dêya min her tim digot xwedê heqê zarokên min li erdê nehêle. Jiyan li ber çavê me weke xewna şevan e. Ew e ku em xwe wenda nakin. Baweriya min heye wê rojekî hesab bê dayin û wê rojekî teqez edelet bê."
 
'HELWESTA DOZGERAN CESARETÊ DIDE SUCDARAN' 
 
Parezerê malbata Înanê Ramazan Bîrlîk jî anî ziman ku 6 sal li ser bûyerê derbas bûne, lê hê jî kiryarek nehatiye darizandin û got: "Li gel ev qas dem derbas bûye, hê jî dozgeriyê kiryar nedîtine. Derbarê qetilkirina Taybet Ana û Yûsûf Înan de heta niha ji aliyê dozgeriya Silopiyayê ve tu pêşketin çênebûye. Serdozgeriyê bi hinceta ku mirin bi destê hêzên ewlehiyê pêk nehatine, lêpirsînê didomîne. Hêj di dosyayê de tu biryar nehatine dayin. Xuya dike ku lêpirsîn berdewam bike. Bi qasî ku ji dosyeyên lêpirsînê xuya dike derbarê mirina Taybet Înan û mirina kesên di dema qedexeyên derketina derve de di bin guleyên hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest dane, lêpirsînên bi bandor nayên kirin. Nêzîkatiya dewletê û dozgeran ew e ku her kesê mirine wekî endamê rêxistinê nîşan bidin. Hat îdiakirin ku sivîlên wek Taybet Înan ên hatin qetilkirin û endamtiya wan a rêxistinê nehat îdiakirin bi guleyên endamên rêxistinê mirine. Ji vê lêkolînê ji bilî bêcezakirinê tu encam dernakeve. Ev helwesta dozgeran cesaretê dide sûcdaran û pêşiya mirinên nû vedike."
 
MA / Zeynep Dûrgût