Li Antalyayê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 15:28 18 Kanûn 2021
  • |
img
ANTALYA - Li Antalyayê zilamê bi navê Metîn Bîlgîç, hevjîna xwe Ummu Gulsum Bîlgîç qetil kir. 
 
Zilamê bi navê Metîn Bîlgîç li taxa Karabûcak a navçeya Demre ya Antalyayê, hevjîna xwe Ummu Gulsum Bîlgîç bi çekê qetil kir. Li ser îxbarê polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê tespîtkirin ku Ummu Gulsum jiyana xwe ji dest daye. Metîn Bîlgîç ê piştî cînayetê ji cihê bûyerê revî, pişt re çû qereqola polîsan û teslîm bû. 
 
Piştî lêkolîna cihê bûyerê ya dozgeriyê, cenazeyê Ummu Gulsum Bîlgîç rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Antalyayê.