Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin

  • jin
  • 16:58 18 Kanûn 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Cemîle Deger û dayika xwe Kadriye Başçi ku duh bi şev ji aliyê Seyfettîn Deger ve li Mêrdînê hatibûn kuştin, hatin veşartin. 
 
Li taxa Misûriyê ya bi ser navçeya Artûklû ya Mêrdînê ve duh êvarê Seyfettîn Deger (29) ku bi hinceta tundiyê dike biryara dûrkirina ji hevjîna wî hatibû dayîn jî êrişî hevjîna xwe Cemîle Deger û dayika wê Kadriye Başçi kir û ew qetil kirin. Seyfettîn Deger paşê jî bi heman sîlehê gule berda xwe û li nexweşxaneyê mir. 
 
Cenazeyên her her du jinan ji aliyê xizmên wan ve hat wergirtin û li Goristana Misûriyê li kêleka hev veşartin. Pişt re ji bo her du jinan li taxê şîn hat dayîn.