Agahî ji aktîvîsta ku li Îranê hat binçavkirin nayê girtin

  • jin
  • 12:42 19 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - ji 12'ê kanûnê ve agahî ji aktîvîst Kajal Nasrî ku li parêzgeha Sînê hatibû binçavkirin nayê girtin. 
 
Aktîvîst Kajal Nasrî (26) ku li gundê Tangisar ê parêzgeha Sînê ya rojhilatê Kurdistanê dijî, di 12'ê kanûnê de hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji roja ku hatiye binçavkirin ve agahî ji Nasrî nayê girtin. Li gorî nûçeya ku Nûjinhayê derbas kiriye, ji aliyê hêzên îstixbaratê ve li Daîreya Îstixbaratê ya Sînê lêpirsîna Nasrî hatiye kirin û derbarê wê de biryara girtinê hatiye derxistin. Lê agahiyeke zelaln tune ye ku wê birine kuder.
 
Hat hînbûn ku bi Nasrî re agahî ji Farhang Eîvazî ku hatiye girtin jî nayê girtin û rexmî hemû hewldanan derbarê ku wan birine kuderê de agahî bi malbat û parêzerên wan re nayê parvekirin.