Girtiyên jin kovara bi navê 'Tevn' derxistin

  • jin
  • 13:07 22 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên jin ên pê re bi navê "Tevn" koverek derxistin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye û 7 jinên li cem girtî re bi navê "Tevn" kovereke bi kurdî derxistin. Di kovarê de nivîs bi destan hatine nivîsandin û wêneyên wê jî ji xizkirinên girtiyan pêk tên. Di kovarê de jinan cih daye mijarên mîna zimanê zikmakî, girîngiya xweparastinê ya ji bo jinan û têkoşîna dayikên kurd û aştiyê. Di dawiya koverê de jî xaçepirseke ku ji navên 12 mehan pêk tê heye. 
 
Xêzkirinên girtî Berîtan Anahtar jî di nav hûgiliyên ku reng dane kovarê de cih digirin.
 
Girtiyên kovarê derxistine navê wan wiha ne: Leyla Guven, Berîtan Anahtar, Remziye Yaşar, Nemciye Boz, Emîne Erkan, Mîhrîban Şorlî, Dîlan Aydin û Mîzgîn Ozatîz.
 
Kesên bixwazin kovarê bigirin dikarin Payîz Pirtûkê peyda bikin.