Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan

  • jin
  • 15:53 22 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Adem Tayûrak ku weke faîlê kuştina Ayşe Tayûrak girtî bû, bi rapora ku Saziya Tipa Edlî amade kir hat berdan. 
 
Ayşe Tayûrak (40) di 8'ê hezîranê de li navçeya Farqînê ya Amedê li mala xwe mirî hatibû dîtin. Piştre keça wê Elîf Tayûrak, gotibû ku rengê întiharê dane mirina dayika wê û bavê wê Adem Tayûrak dayika wê kuştiye. Tayûrak, dabû zanîn ku dayika wê beriya bimire çûye qereqola polisan û daxwaza parastinê kiriye û giliya bavê xwe kiribû. Li ser vê gilîkirinê di 9'ê tîrmehê de Adem Tayûrak hatibû binçavkirin û di 10'ê tîrmehê de hatibû girtin. 
 
Rexmî vê rewşê jî Adem Tayûrak di encama rapora ku ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve hat amadekirin hat berdan. 
 
Li gorî nûçeya ku NuJINHA'yê derbas kiriye ATK'ê rapora xwe ya ku ji 16 rûpelan pêk tê ji Serdozgeriya Komarê ya Farqînê re şandiye û têde diyar kiriye ku Ayşe Tayûrak întihar kiriye.