Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir

  • jin
  • 17:17 22 Kanûn 2021
  • |
img
WAN - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Wanê daye destpêkirin di roja 14’an de berdewam dike. Komeleya Jinan a STAR ku serdana malbatan kirin peyama piştevaniyê da. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Wanê dane dest pê kirin di roja 14’emîn de berdewam dike. Du malbatên din jî beşdarî nobeta edaletê bûn. Komeleya Jinan a STAR’ê serdana çalakiya nobetê ya malbatan kir û pişgirî da wan. Seroka Komeleya Jinan a STAR’ê Dîlan Kûnt Ayan ku daxwazên malbatan guhdar kir, diyar kir ku daxwazên malbatan di çarçoveya mafên bingehîn û azadiyê de daxwazên mirovî ne. 
 
‘EM LI CEM BERXWEDANA DAYIKAN E’
 
Endama Komeleya Jinan a STAR’ê Rojbîn Bor diyar kir ku piştgiriya çalakiya nobetê ya malbatan dikin û wiha got: “Me mirina Garîbe Gezer a bi awayekî biguman dît. Me di cenazeyê dayika Aysel Tûglûk de êrişa nijadperest dît. Vecibeyên olî yên miriyên kurdan jî tên astengkirin. Em li cem berxwedana dayikan e.”
 
‘BILA JI GIRTÎGEHAN CENAZE DERNEKEVIN’
 
Dayika girtî Nejdet Abî, Meryem Abî jî wiha axivî: “Kurê min di encama îxbarekê de hat girtin. Nihal i Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne, 45 sal cezayê hefsê lê hat birîn. Kurê min nexweş e di mîdeya wî de pirsgirêk heye. Ez jî weke dayikekê li vir im û naxwazim ji girtîgehan cenaze derkevin. Tişta hatiye kirin zilm e. Em edalet û wekheviyê dixwazin. Bila zarokên me berdin.”
 
‘BILA TU DAYIK NEGIRÎN’
 
Dayika Hişyar Abî, Zehra Abî jî wiha got: “Kurê min 9 meh in li Girtîgeha MeletiyÊ dimîne. Ez weke dayikekê bang li herkseê dikim, bila xwedî li me derkevin. Ez hemû dayikên girtiyan vedixwînim li vê derê. Bila deriyê girtîgehan vekin, em naxwazin ku êdî tu dayik bigirîn.”