Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir

  • jin
  • 13:55 25 Kanûn 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Jinan xwest li Nisêbînê li dijî destavêtin, destdirêjî û kuştina jinan çalakî li dar bixin. Polîsan çalakiyan asteng kir. Jinan guh neda astengiyê û bi berzkirina dirûşman bersiva polîsan dan. 
 
Endam û rêveberên Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê têkildarî destavêtinên zayendî ya li lîseyek navçeya Nisêbînê pêk hat û destdirêjiyên li navçeyê û kuştina jinan li navçeya kom bûn. Jin li ber Nûnertiya KESK’ê ya Nisêbînê kom bûn. Polîsan jinan dorpêç kir û biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiya Mêrdînê nîşan dan û destûr nedan çalakiyê. Jinan û polîsan li ser astengiyê nîqaş kirin. 
 
Jinan destnîşan kir ku ew qedexekirina daxuyanî û çalakiyek wiha qebûl nakin û polîsan jî bo wan got heke daxuyanî bidin wê mudaxile bikin. Di encama nîqaşên derketin de polîsan gef li jinan xwarin û gotin, “Heke tiştek encam bide jî ji rûyê we de ye.” 
 
MIDÛRIYETA POLÎSAN PROTESTO KIRIN 
 
Jinan diyar kir ku cîgirê midûrê dibistanê Ahmet B. ku destavêtiye xwendekaran niha girtî ye û darizandina wî didome û ew li dijî destavêtin, destdirêjî û kuştina jinan têdikoşin. Jinan anî ziman ku ew ji ber astngiya polîsn Miduriyeta Polîsan şermezar dikin û ev astengî di heman demê de êrişeke li hember jinan e. 
 
Jinan pişt re bi lêdana çepikan û lîlandinê dirûşma “Zext nikarin me bêzar bikin” berz kirin û derbasî avahiya sendîkayê bûn .