Rêxistinên jinan: Em ê di 29'ê Kanûnê de li danişîna Poyrazê bin

  • jin
  • 09:05 26 Kanûn 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Rêxistinên jinan ragihandin ku dê di danişîna ewil a doza Denîz Poyrazê de li ber edliyeyê bin û bang li her kesî kirin ku tevli danişînê bibin. 
 
Danişîna doza xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Denîz Poyrazê ku di 17'ê Hezîranê de ji aliyê kujer Onûr Gencer li avahiya partiyê hatibû qetilkirin, dê di 29'ê Kanûnê saet di 10'ê sibehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî di nav de dê gelek saziyên sivîl ên welêt û derveyî welêt, rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî, malbata Poyrazê û hevalên wê roja danişînê li ber edliyeyê bin. 
 
Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, beriya danişînê li ber edliyeyê daxuyaniyekê bide. Her wiha dê Jin Bi Hev Re Bihêz in jî beriya danişînê daxuyaniyekê bide. 
 
Nûnerên rêxistinên jinan ên li bajêr ji bo xwedîderketina li danişînê bang kirin. 
 
BEŞDARBÛYÎNEK XURT
 
Endama Koordînasyona Jinê ya HDP'ê Berna Çelîk anî ziman ku her diçe tahde û kuştinên jinên ên bi destê mêr-dewletê bi polîtîkayên bêcezatiyê re rû bi rû dimîni. Çelîk,bibîr xist ku Poyraz di bin çavdêriya dewoletê de li avahiya wan hatiye qetilkirin û ev qeylîam tenê ne li hemberî Poyrazê li hemberî hemû jinên kurd û jinên Tirkiyeyê hatiye kirin. Çelîk got: "Kiryar bi tena serê xwe ev êriş û komkujî nekir, nikare bike. Lewma xweîdderketina li dadgehê dê bandorê li rêveçûna dadgehê jî bike. Em rêxistinên jinan, baro û rêxistinên sivîl tenê ne li ber deriyê edliyeyê, dixwazin mudaxil jî bibin." 
 
'DEWLETA MÊR EW QETIL KIR'
 
Ji Tora Parastinê ya Jinan Gîzem Coşkûn jî anî ziman ku bi tahdeya mêrên ku cesaretê ji hev digirin re rû bi rû ne û jin ji ber vê polîtîkayê tên qetilkirin. Coşkûn got: "diyar kir ku tu ferqa mêrê ku Poyrazê qetil kir ji van kiryaran tune ye. Denîz di encama tahdeya mêr-dewletê de hat qetilkirin. Em dizanin îqtidar bi van qetilkirinan kiryar diparêze. Doza Poyraz jî dozeke wisa ye. Em ê nehêlin ser qetlîamê bê girtin." 
 
Coşkûn ji bo xweîderketina li dozê bang kir. 
 
Endama Piştevaniya Morê Denîz Ûslû jî ku got "Em vê feraseta komkujer nas dikin" destnîşan kir ku ev cinayet bi destê hin kesan tên organîzekirin û got: "HElbet Onûr Gencer bi tena xwe nekiriye. Dibe ku wê rojê bi awyaekî fîzîkî bi tena serê xwe bû, lê li pişt wî pergaleke organîzekirî heye. Em ê roja danişînê li ber edliyeyê bin û heya dawiyê dozê bişopînin. Em jin em ê roja danişînê li ber Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê bin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Seroka Komeleya Piştevaniya Jinê ya Îzmîrê Muzeyyen Alpşen jî anî ziman ku êrişa hatiye kirin ne êrişeke li ser jina ye û got: "Di heman demê de êrişeke li hemberî bîrdozî û gelekî hatiye kirin. Tenêne bûyereke bi destê kesekî hatibe kirin. Encama polîtîkaya li hemberî kruda ye. Lewma dîtin û bîrdozî çid ibe bila bibe divê her kes xwedî li vê dozê derkeve. Em komele em ê tevli danişînê bibin û heya dawiyê bişopînin." 
 
MA/ Ozlem Yayan