Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê

  • jin
  • 15:10 27 Kanûn 2021
  • |
img
MÊRSÎN - Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan 4 girtiyan bi armanca hişyariyê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin û girtiyan diyar kiriye heke dawî li bêhiqûqiyê li ser wan were dê çalakiya xwe bi dawî bikin. 
 
Elîf Karadagi, Elîf Kaya, Dîlan Yildirim û Zelal Kara yên li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan a Tîpa T’yê dimînin ji ber mirinên demên dawî yên li girtîgehan, astengkirina tedawiya girtiyên nexweş û tecrîdê ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûna kirin. Girtî bi rêya telefonê li malbatên xwe geriyan û armanca çalakiya dane destpêkirin vegotin. Girtiyan diyar kiriye ku wan di 18’ê kanûnê de dest bi çalakiyê kirine û piştî sêr ojan bi dawî kirine. Jinan ji malbatên xwe re ragihandine ku wan bi armanca hişyariyê li dar xistiye û heke zext û binpêkirinên mafan berdewam bike dê dîsa çalakiya xwe berdewam bikin. 
 
Girtiyan destnîşan kiriye ku hefteyek e li girtîgehê ava germ nedane wan û kalorifer jî nayên vekirin, ji ber vê yekê serma ye.