Faîlê tecawizê yê biunîforma dîsa hat berdan

  • jin
  • 11:05 30 Kanûn 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Jina ku li Mêrdînê rastî tecawiza çawişê pispor Omer Ayas û Muhammet Toprak hat, bi piştgiriya baroyê giliyê wan kir. Her du zilamên ku di îfadeyên xwe de “rizabûn” parastine, dê negirtî bên darizandin. 
 
Çawişê pispor Omer Ayas ê li Mêrdînê di 70’emîn Fermandariya Alaya Mekanîze de peywîrdar e, di Kanûna 2018’an de destavêtiye jineke 19 salî ku bi rêya hevalekî xwe nas kiribû, kir. Ayas ê xwe weke kesekî “oldar” û  “qûran dixwîne” daye naskirin, piştre gef li jinê xwariye ku ji kesî re qala destavêtinê neke. Ayas heta Hezîrana 2019’an tecawiz bi awayekî sîstematîk berdewam kir. 
 
Jinê got Ayas gef lê xwariye ku serpêhatiyên xwe bi kesê re nebêje û tevî li dijî vê derketiye jî carna çek xistiye serî û destavêtin domandiye. Piştî demekê tiştên bi serî hat bi hevalê xwe yê bi navê Muhammet Toprak re pareve kir û alîkarî xwest, ji bo çi bê kirin piştgirî xwest. Dema ji bo axaftinê bi Toprak re hevdîtin kir rastî destavêtina wî jî hat û ji bo kesê re nebêje gef lê hatin xwarin.  
 
JINAN PIŞTEVANIYA WÊ KIR
 
Jina ku ji ber serpêhatiyên xwe demeke dirêj travma derbas kir, di meha Sibatê de bi pêşniyara hevalekî xwe serî li Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê da û piştgirî xwest. Piştî vegotinên jinê, Navenda Mafên Jinan der giliyê her du mêran kir. Ayas û Toprak ên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin, ji bo bêyî girtî werin darizandin, hatin berdan. 
 
DOZ LI HER ZILAMAN HAT VEKIRIN
 
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê çawişê pispor Ayas de ji sûcên “Bi rêya gef, tundî û xapandinê kesekê/î ji azadiyê bêpar bihêle û êrişa zayendî” îdianame amade kir. Li ser vê yekê Ayas ji peywîrê hat girtin. Derbarê Toprak ê biryara neşopandinê da de jî li ser îtîraza parêzeran cudatir îdianame hat amede kirin û du dozên cuda hatin vekirin. 
 
ZILAMAN PARASTINA “RIZABÛNÊ” KIR
 
Di îdianameya der heqê çawişê pispor Ayas hatiye amadekirin de îfadeyên jina ciwan û her wiha qeydên deng û peyamên tecawiz û gefên Ayas jî hene. Ayas ku derket holê ku di qeydên deng de tecawiz û tehdîdên ku ji jinê re şandine qebûl dike û bi “razîbûnê” xwe diparêze. Toprak jî bi heman awayî parastina “rizabûnê” kir, dadgehê daxwaza girtina her du kesan red kir û xwest di danişîneke din de şahid werin guhdarkirin. 
 
‘JIN TÊN DARIZANDIN’
 
Yek ji parêzera Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê Mîhrîcan Can, diyar kir ku jin rastî êrişa kesê ku jê bawer dikir hatiye û wiha got: “Travmayan dubare dubare dijî. Jin bi giştî bi awayekî zehmet êrîşa zayendî ku lê rast hatiye di civakê de vedibêje. Ji ber ku li dadgehan gelek caran ew bi xwe tên darizandin. Di vê dosyayê de jî heman rewş derbasdar e.”
 
PIŞTEVANÎ HÊZÊ DIDE MIROV
 
Can, dazanîn ku piştî travmayên jinê jiyan girînge ku giliyê bike û bi lêv kir ku hêj hêviya wê ji edaletê heye. Can, anî ziman ku muwekîla wan piştgiriya psîkolojîk digire, piştevaniya jinê hêzê dide wê û destnîşan kir ku ji bo bersûc ji asta herî jor ceza bigirin wê şopandina dosyayê bidomînin.”
 
MA / Ahmet Kanbal