'Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû'

  • jin
  • 09:02 2 Çile 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Kesên hevaltiya Fatma Ûyarê kirine, salên wê yên ewil ên di nava têkoşînê de bibîr xistin û gotin: "Zarok bû, biçûçik bû, lê bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire bihêz û wêrek bû." 
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, 3 siyasetmedarên jin Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jina Azad (TJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê di dema qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li Silopiyayê hatibû ragihandin çûbûn navçeyê ji bo alîkariya gel bikin. Her sê siyasetmedar di 4'ê Çileya 2016'an de gava ji Taxa Karşiyakayê diçûn Taxa Yeşîltepeyê hatibûn qetilkirin. 
 
Ji van siyasetmedaran Fatma Ûyar, gava hat qetilkirin 27 salî bû. Fatma Ûyar ku li gundê Duhok ê navçeya Basan a Şirnexê hatiye dinê, piştî wextekê malbata wê malê dibe navenda Şirnexê. Ûyar, gava dibe 12 salî tevli xebatên partiyê dibe. Ûyar ku di sala 2000'î de tevli xebatên ciwanan dibe, di sala 2009'an de tê girtin û 5 salan di girtîgehê de dimîne. Gava tê berdan li warê xwe tevli xebatên jinan dibe. 
 
'BI XWE BAWER BÛ'
 
Hatîce Ûyar, dayika Fatma Ûyar, ji bo salên zarokatî û ciwantiya keça xwe got: "Bibiryar bû. Ez gelek tiştan jê hîn bûm. Fatma biçûk bû, lê aqilê wê ji temenê wê pir mezintir bû." Dayik Ûyar, anî ziman ku keça wê di 12 saliya xwe de tevli têkoşîna azadiyê bûye û heya kêliya dawî jî têkoşiyaye û got: "Ger kes bi xwe nebawer be, dê niakribe ji bin wî barî rabe. Lê ew bi xwe bawer bû. Girtin û mirinê da ber çavê xwe, bi vî awayî tevli têkoşîna azadiyê bû." 
 
'EZ NEGIRIYAM' 
 
Dayik Ûyar, bibîr xist ku wexta keça wê hat qetilkirin hevjînê wê di girtîgehê de bûye û got: "Gava hat qetilkirin nehiştin bavê wê tevli merasîma cenaze bibe. Bavê wê telefonî min kir û got, 'Ji bo Fatmayêşînê girê nede. Wêrek be û darbesta Fatmayê hilgire. Tenê tiştekî ji we dixwazim, wê bi awayekî girseyî bi rê bikin.' Min jî got, 'Ez ê Fatmayê wisa bi rê bikim ku divê kes giriyê min nebîne.' Min bê girî Fatmayê bi rê kir." 
 
'DÊ TÊKOŞÎNA WÊ BIDOME'
 
Ûyar bal kişand ser têkoşîna Fatmayê û got: "Divê têkoşîna jinan bidome. Ji hêza jian ditirsin, lewma wan digirin an jî dikujin. Heya ez sax bim ez ê têkoşîna wê bidomînim. Ez tenê ne dayika Fatmayê, dayika hemû şehîdên Kurdistanê me." 
 
GIRTÎGEHÊ ŞÊN KIR
 
Elîf Orûç, heval Fatma Ûyarê ku di Girtîgeha Mêrdînê de di heman qawîşê de bûne, got: "Roja ku jiyana xwe ji dest da, min soz da ku heya sax bim ez ê bitêkoşim." 
 
Orûç, bibîr xist ku gava Fatma hatiye girtin li girtîgehê kesa herî biçûk ew bûye û got: "Gava hevala Fatma hat qawîşê, ez şaş mabûm. Ji lew re hê pir ciwan bû. Em 40 kes bûn û biçûka me ew bû. Ji xwendinê hez dikir. Cihêkarî nedikir. Bi dayikan re dayik, bi ciwanan re ciwan bû. Tevli hemû çalakiyan dibû. Roja hatim berdan, ji bo min şahiyek li dar xistibû. Nedihişt moralê kesî xirab bibe." 
 
Orûç, destnîşan kir ku piştî komkujiyê li Botanê jin hîn bêtir lid or têkoşînê bûne xelek û ji bo vê bal kişand ser rola her sê siyasetmedarên jin. 
 
Zeynep Tamboga ya 52 salî ku di girtîgehê de Fatma Ûyarê nas kiriye, anî ziman ku 4 mehan bi hev re mane, lê di vî çar mehî de gelek tişt jê hîn bûne û got: "Qethiyen nedihişt em dayik karekî bikin. Hem karê xwe dikir hem jî yê me. Nexweş bû, lê dîsa jî ket greva birçûbûnê. Moralê wê tim xweş bû. Rûken bû tim. Paşê wê sirgûnî Girtîgeha Sêrtê kirin. Kes nedixwest jê biqete." 
 
HEYA ENCAM NEGIRTANA NEDIÇÛ
 
AKtivîsta TEvgera Jina Azad (TJA) Emîne Înan jî anî ziman ku ew û Fatma Ûyar bi hev re di nav xebatên jinan de bûne û got: "Fatma çi bigota pêk dianî." 
 
Înan, bilêv kir ku Ûyar di zarokatiya xwe de tevli nav xebatan bûye û got: "Kesekî ev qas biçûk û di nav xebatan de, em heyr hiştibûn. Di wî temenê biçûk da, digot 'Divê em li her taxê li cem jinan bin.' DI wan şert û mercên dijwar de rojê li 2-3 taxan dxiebitî. Gava em dixebitîn min jê re digot, 'Ez pir westiyam, qey tu nawestî?' Digot, 'Hê kuçeyek maye. Divê em biçin wir, xwe bigihînin jinan.' Yanî bi navê westandinê tiştek li cem wê tune bû." 
 
Înan, ragihand ku li Taxa Yeşîlyûrtê cara ewilî Ûyarê komîsyona jina ava kiriye û got: "Heya encam negirtana nediçû. Xebatên me yên ji bo avakirina komîsyona jinan hebûn. Wê rojê ji min re got, 'Heya em li vê taxê komîsyona xwe ya jinan ava nekin em naçin.' Wê rojê terka wê taxê nekir. Em heya êvarî man û me komîyona xwe ava kir." 
 
PÊŞENG BÛ
 
Înan, bilêv kir ku di dema xebatên jinan de tim bi astengiyên polîsan re rû bi rû diman û got: "Rojekê li taxê wesayîta zirxî li pêşiya me sekinî. Fatma ji wan re got, 'Ma çavê we lê ye hûn ê me bi van wesayîtên zirxî bitirsîniN?' Wêrek bû. Li ku derê bêmoraltî hebûna diçû mudaxile dikir û moralê wir xweş dikir. Bi nasnameya xwe ya jinê tevli têkoşînê bû û bi nasnameya jinê pêşengtî kir. Ew hesasiyeta li me peyda kir dê tu carî neyê jibîrkirin. Biçûk bû, lê bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire bihêz û wêrek bû."  
 
Înan, destnîşan kir ku diçin kîjan taxê hê jî navê her sê siyasetmedarên hat8ine qetilkirin li ser zimanê jina ye û soz da ku dê heya dawiyê têkoşîna wan bidomînin. 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Zeynep Dûrgût