Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike

  • jin
  • 17:20 3 Çile 2022
  • |
img
DERSÎM - Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulîstan Dokû ku li Dersimê 2 sal in agahî jê nayê girtin, li pêş edliyeyê daye destpêkirin didome. 
 
Çalakiya rûniştinê ku malbata xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya li Dersimê ji 5’ê Çileya 2020’an ve agahî jê nayê girtin, ji bo aqûbeta keça xwe bipirsin, li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin, di roja 3’yemîn de didome. Dayik Bedriye û bav Halît Dokû di saetên nîvro de li otela ku lê diminin heta avahiya edliyeyê meşiyan. Malbata ku bi wêneyên keça xwe dimeşiya, pirsa “Gulistan Dokû li ku ye” kir. 
 
HEVDÎTINA BI WALÎ RE
 
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê yên Dersimê, malbat li pêş edliyeyê pêşwazî kirin. Malbatê piştî demekê ji bo bi Walî Mehmet Emîn Ozkan û Serdozgeriya Komarê re hevdînê bikin çûn avahiya Walitiyê û Edliyeyê. Malbatê piştî hevdîtinan dîsa li pêş avahiya edliyeyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Malbatê diyar kir ku di hevdîtinên bi rayedaran re tu encam negirtin û da zanîn ku heta keça xwe bibînin wê çalakiya xwe bidomînin.