Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye

  • jin
  • 16:48 8 Çile 2022
  • |
img
DERSIM - Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulistan Doku ya li ber Edliyeya Dersimê di roja 8’an de berdewam kir. 
 
Xwendekara Zanîngeha Dersimê Gulistan Doku di 5’ê çileya 2020’an de hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin. Malbata Gulistan Doku ketiye pey şopa keça xwe û heta niha çalakiyên cûrbicûr li dar xistiye. Herî dawî malbatê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiyê di roja 8’an de berdewam kir. Malbat di saetên nîvro de hat ber edliyê û çalakiya rûniştinê li dar xist. Malbatê xwest aqûbeta keça wan diyar bibe.
 
Endamên Platforma Jinan a Dersimê jî piştevanî da malbatê.